Îran bêyî destûra mêr derketina derveyî welat ya jinan qedexe kir
Berdevkê Komîsyona Dadwerî û Hiqûqê ya Meclisa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku pêşnûnameyek qanûnê ku derketina dervayî welat ya jinan ya bêyî destûra mêr qedexeya dike, erê kiriye.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê hikûmet bi biryarên xwe binpêkirina mafên jinan berdewam dike. Berdevkê Komîsyona Dadwerî û Hiqûqê ya Meclisa Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Kazem Delkhosh-Abatarî ragihand ku pêşnûnameyek qanûnê ku bêyî destûra mêr derketina derveyî welat ya jinan ya qedexeya dike, erê kiriye.
Li gorî Seyîd Kazem Delkhosh-Abatarî, bi pêkanîna pêşnûnameya ku hat erê kirin re, jin di şert û mercên asayî de neçar in bi destûra rayeya xwe û di rewşên taybet de bi biryara dadgehê derbikevin derveyî welat. Berî erêkirina vê pêşnûnameyê jî, pêwîst bû jinên zewicandî ji hevjînên xwe û zarokên keç ên di bin 18 saliyê de jî ji bo derketina derveyî Îranê an ji hevjîn, bav an jî mêrekî malbatê destûrê bigrin.
Erêkirina pêşnûnameyê ku piştî serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di Îlona 2022’an de li welat dest pê kir, careke din dijminatiya Komara Îslamî ya Îranê li hember jinan û dijminahiya li dijî mafên jinan raxist berçavan.