Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd li dijî darvekirinê bang kir

Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê, biryara darvekirinê ya dewleta Îranê şermezar kir û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên li dijî mafên jinan, bêdeng nemînin.

Navenda Nûçeyan- Di 16’ê Tebaxê de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt tê ragirtin, ji aliyê Şaxa 39’emîn a Dadgeha Bilind a Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê, roj bi roj zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi daxuyaniyekê biryar şermezar kir. Însiyatîfê ragihand ku Şerîfe Mihemedî li hemberî dijminê jinan û hêzên faşîst sembola têkoşîn û azadiyê ye, cezayê darvekirinê şermezar kir û diyar kir ku wê van kiryaran ti carî qebûl nekin.

Înîsiyatîfê her wiha li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bang li dewleta Îranê kir ku van biryaran betal bike. Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên faşîst ên li dijî mafên jinan bêdeng nemînin.