Însiyatîfa Nûn: Emê fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bikin

Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi boneya salvegera 26'emîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: "Emê fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bikin."

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe gelên bêguneh û bêsûc qetil dikin û neteweperestî û neteweperestiyê di nav wan de diçînin, di encamê de zirarê herî mezin para jinan e ku hem ji şerên navneteweyî û şerên malbatî û civakî êşan dikişînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 70'yên sedsala 20'emîn de Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bû dengê gelên bindest û jinên bindest, bû xewna ciwanan û dilxweşiya zaroketiyê û wiha hat gotin: "Rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk ji bo pêkanîna aştiyê û edaleta civakî û parastina mafên jinan, pêşkêş kir."

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên hegemonîk komplo li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hûnandin ku di encamê de ev 25 sal e di bin êşkence û zehmetiyên mezin de li Îmralî dijî bê ku têkiliya wî bi cîhana derve re hebe.

Di dawiya daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û hevkarên wî hatin şermezarkirin. Her wiha bêdengî û durûtiya Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan hat şermezarkirin û banga başkirina rewşa Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: "Em ê têkoşîna xwe bi asteke bilindtir bidomînin, fikrên wî belav bikin û doza wî pênase bikin. Azadiya têkoşerê azadî û rûmetê azadiya tevahî gelên azadîxwaz û ya jinan e."