Însiyatîfa Nûn: Azadiya Ocalan riya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e
Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan bi boneya salvegera 26'emîn a komploya navneteweyî daxuyanî da û diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misogeriya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-20250213-20230404-123656-20230214-1-jpga62c37-image-jpgfa89b4-image-jpgd8e258-image-jpgd08cc9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Bi hatina 26’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan daxuaynî da. Însiyatîfê di daxuyaniyê de diyar kir ku tevî astengî û zehmetiyan Ocalan di zindanê de banga demokrasî û pêkanîna projeya netewa demokratîk dike ji ber ku ew riya çareseriyê ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re ye.
'26 sal in berxwedan û têkoşîne didomîne'
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ku komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin û hat diyarkirin ku di sala 1999'an de dîrok bûye şahidê yek ji komployên herî hovane ku bi beşdariya 16 welat û saziyên ewlekariyê pêk hatiye. Daxuyanî wiha domiya: “Ev bû 26 sal Rêber Ocalan di şertên dijwar de li grava Îmraliyê tevî girankirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtinan li ber xwe dide û têkoşîna xwe didomîne. Sîstema ku li Îmraliyê tê meşandin, li dijî pîvanên dîlgirtinê ye. Rêber Ocalan nûnertiya gelê ku bûye armanca planên dewletan, temsîl dike. Her dewletên desthiladar ji bo berjiwendî û desthildariyên xwe biparêzin civakê bi taybetî civakên Rojhilata Navîn perçiqandine û li gorî xwe bi kar anîne."
'Azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e'
Daxuyanî wiha domiya: “Rêber Ocalan di van salên ku li Îmraliyê li ber xwe daye ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji bo pêkanîna modernîteya demokratîk û teoriya neteweya demokratîk xebitiye û bang kiriye. Her wiha Rêber Ocalan bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" daxwaza jiyana azad kir. Berxwedana 26 salan ji jinan re bûye cihê hêz û vînê. Hemû jin li dora vê berxwedanê dicivin û têkoşîna xwe ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya rêberê xwe didomînin. Di heman demê de gelek sazî û rêxistinên gelêrî û jinan ên navneteweyî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan di nava çalakî û tevgerê de ne. Ji ber ku azadiya wî çareseriya pirsgirêkên cîhanê tevahî ye. Her wiha azadiya Rêber Ocalan bilindbûna dengê jinan li dijî bindestiyê misoger dike. Ji bi îstîsmara zayendî û aborî ji azadiya xwe bêpar mane."
'Azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin'
Di dawiya daxuyaniyê de Însiyatîfa Nûn bang kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku dev ji kiryar û binpêkirinên mirovî yên li Îmraliyê dimeşîne, berde û wiha bi dawî bû: “Di heman demê de banga me ji hemû jinên azadîxwaz û demokrat re ew e ku têkoşîna xwe li dijî bindestiyê xurtir bikin û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin. Her wiha em hemû pakrewanên ku xwe kirine xelekek ji agir li dora Rêber Ocalan bi bîr tînin û soza têkoşîna xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan careke din dubare dikin."