Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo Avan Ceza daxuyanî da

Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê, ji ber mirina jina ciwan a bi navê Avan Ceza ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin, peyamek parve kir.

Navenda Nûçeyan – Di 6’ê Hezîranê de jina ciwan Avan Ceza ya 17 salî ji ber di rêjeyek zêde de şewitînê rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê. Li gorî kesûkarên Avan ragihandîn, ew ji aliyê hevserê xwe ve piştî pirç û birhên wê birrîn di germava di mala wê de hatiye şewitandin û xwestiye bikuje. Avan Ceza ku ji sedan 85’ê laşê wê şewitîbû 6 roj bûn li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Bavê Avan, Ceza Cewher beriya demek kurt ji Rojnews’ê re ragihand ku keça wê ji ber rêjeya zêde ya şewitînê jiyana xwe ji dest daye.

Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî bûyerê peyamek bi sernava ‘Jin jiyanê geş dikin, jinan nekujin’ parve kir.

Di destpêka peyamê de hat gotin ku ew sersaxiyê ji malbata Avan Ceza re dixwazin, xema wan parve dikin û hêvî dikin ku ev bibe xema wan ya dawiyê.

Di dewama peyamê de hat diyarkirin ku niha dibin behaneyên nexweşiya derûnî û hwd de jin bi asanî dikujin û dikin qurbanî. Hat gotin: “Gelek caran bi eşkere jî dibêjin ji ber pirsgirekên malbatî, di jêr navê ‘paqijkirina namûsê’ de jinan dikujin.”

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin: “Sedema sereke ya van bûyeran nehişyarî û hişmendiya zilam a bi ser tevayî civakê ye ku jinan wek namus, milk, amraz û dem derbaskirina li gel wan de dibînin. Wisan difikirin ku çi li jinan bikin mafê wan e, piştre jî tawanê exlaq, nexweşiya derûnî, pirsgirêkên civakî û hin derewên din dixin ser û rewabûnê bi tawanên xwe didin.”

Di dawiya peyamê de jî hat gotin: “Wek Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê em hemû kuştinên jinan û şewitandinên wan şermezar dikin. Em pêwîst dibînin ku divê tawanbar werin cezakirin. Divê tak û civak li ser nirx û giringiya jinê were perwerdekirin. Em daxwaz dikin dosyayên kuştin û şewitandina jinan neyên ser girtin û bi sulhên eşîrtî neyên girtin.”