Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan peyam ji 8 aliyên navneteweyî re şand

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê peyameke vekirî ji 8 aliyên navneteweyî re şand. Di peyamê de bang tê kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û doza Kurd çareser be.

Navenda Nûçeyan-Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê peyamek bi rêya emailê ji bo gelek aliyên navneteweyî (Kongreya DYA'yê, parlamantoya Almanyayê, Meclisa Ewropayê, Meclisa Doma ya Rûsyayê, Meclisa Gel a Çînê, Meclisa Giştî ya Brîtanyayê, Senatoya Fransayê û Meclisa Rajya Sabha ya Hindistanê) re şand. Di peyamê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kir.

Di peyamê de bal li ser qirkirinên li dijî Kurdan di sedsala borî de hat kişandin. Ew qirkirin piştî damezirandina komara Tirkiyeyê di 1923'yan de pêk hat.

Her wiha di peyamê de komkujiyên dewleta Tirk  ên li dijî gelê Kurd ji kuştin, koçberkirin û guhertina demografîk hatin bibîrxistin. Li kêlek wê jî di peyamê de îşaret bi têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengtiya Abdullah Ocalan û ragihandina agirbesta yekalî ji bo çareserkirina doza Kurd hat kirin.

Di peyamê de bal li ser revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê hat kişandin.

Di peyamê de bang li van aliyan hat kirin ku di piştgiriya bangên bidawîkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rolekê bilîzin, xwe bispêrin diyalogê, şer bi dawî bikin û çareseriyê pêk bînin.