Înisiyatîfa Nûn: Divê CPT bilez serdana Îmraliyê bike

Înisiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê niviskî neçûyîna CPT ya Îmraliyê şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî yên NY`yê kir ku demildest serdana Îmraliyê bikin û rewşa Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Navenda Nûçeyan – Înisiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî helwesta CPT`yê ku di Sibatê de serdana Tirkiyeyê kir û neçû Îmraliyê daxuyaniyek niviskî da.

Înisiyatîfê di daxuyaniyê de wiha got: “Ruxmî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dîlgirtina nerewa û sûcên sîstematîk ên ku desthilata Tirkiyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, lê belê civata navneteweyî, rêxistin û saziyên wê tu helwesteke cidî li hember van sûcan nîşan nedaye.” Înisiyatîfê helwesta CPT û neçûyîna wê ya Îmraliyê şermezar kir û diyar kir ku ev helwest nîşan dide ku her kes li dijî Rêber Abdullah Ocalan hevkar in û ji edaletê dûr ketine û tenê li berjewendiyên desthilata Tirk digerin.

Înisiyatîfê di dawiya daxuyaniyê de got: “Divê CPT bilez serdana Îmraliyê bike, rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike nemaze ku li herêmê diyardeyên xwezayê yên xetere rû didin wek erdhejan. Ji ber wê divê CPT û saziyên din rewşa rast a Rêber Abdullah Ocalan ragihînin. Rxmî helwestên navneteweyî yên şermûk, em dev ji piştevaniya doza adil a Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî bernadin.”