Înîsiyatîfa Nûn: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsogeriya aştiyê ye
Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e.
Navenda Nûçeyan – Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan ya ji aliyê femînîst û aktîvîstên mafên mirovan ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afriqayê ve di sala 2022'an de li Beyrûdê hat destpê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê bang kir ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe di sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn de bilîze, divê şert û mercên qanûnî bên peydakirin.
Daxuyaniya Înîsiyatîfa Nûn wiha ye:
“Piştî 44 mehan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan 23`yê Cotmeha 2024`an hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. Omer Ocalan peyama Rêbertî ragihand ku tecrîd berdewam e. Lê got ji bo sepandina aştiyê û bidawîkirina aloziyê ew xwedî hêza teorîk û pratîk e. Divê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Abdullah Ocalan were bidawîkirin. Peyama Rêber Abdullah kurt bû, lê di navaroka xwe de wateyên kûr hildigire. Helbet bi rakirina tecîrdê û başkirina mercan wê Rêbertî karibe nêrîn û nexşeya rawestandina rijandina xwînê pêşkêş bike. Gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji şeran westiyane, lew ra bêyî avêtina gavên pratîkî yên di vî warî de jiyaneke bi rûmet ne pêkan e. Jin piştgiriya daxwazên Abdullah Ocalan dikin. Divê tecrîd were bidawîkirin û mafê hêviyê were pêkanîn.”
‘Divê dewleta Tirk cîdî nêzî peyama Abdullah Ocalan bibe’
Înîsiyatîfa Nûn xîtabî dewleta Tirk kir û wiha got: “Heke di çareserkirina pirsgirêka Kurd de cidî ye, mîna ku di çapemeniyê de radigihîne, divê berê xwe bidin navnîşana rast an ku Abdullah Ocalan e yê ji 25 salan ve li Îmraliyê di mercên zehmet de tê ragirtin. Divê şert û mercên qanûnî werin başkirin. Divê Rêbertî parêzeran bibîne. Divê biryar bên dayîn ji bo ku bawerî di navbera aliyan de çê bibe û li hember û zehmetî û astengiyan nexşeyek bê dayîn. Em bang li dewleta Tirk dikin ku bi awayekî cidî nêzî peyama Abdullah Ocalan bibe, ji ber ku çareseriyên pêşkêş kirine, dê Tirkiyeyê ji aloziya aborî derxe û dorpêça dîplomatîk bidawî bike.”
Her wiha înîsiyatîfa Nûn bang li hêzên cîhanê yên xwedî bandor kir ku li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî tev bigerin û dev ji siyasetên xwe yên li dijî mafên mirovan û girtiyan berde.
Bang li jinan û demokratan
Înîsiyatîfa Nûn bang li demokratan jî kir ku piştgiriya Abdullah Ocalan bikin û wiha got: "Înîsiyatîfa çareserî, bidawîkirina êş û azarên gelan ên ji ber şeran û bidawîkirina şerên li gelek welatên Rojhilata Navîn li cem Rêbertî ye. Dem hatiye ku Rojhilata Navîn serfiraziyên xwe vegerîne û di bin sîwana neteweya demokratîk de bibe minareya azadiyê, demokrasiyê û jiyana aştiyane.”
Înîsiyatîfa Nûn bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan doza jinan kir cewhera dozên civakî. Her wiha îsbat kir ku bêyî jina azad, civaka demokratîk û jiyana bi rûmet pêk nayê."