Îlîç jehrî bû: Karesetên mezin li ber derî ne

Kareseta mezin a li Erzinganê, tevî hemû hişyariyan qewimî. Hevberdeka Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya DEM’ê Melîs Tantan, got: “Ji pasteya ku di bedela tunekirina gel û xwezayê ye gelek kes sûdê digrin. Tişta dibe bi gel û xwezayê re dibe.”

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Madena Zêr a Çoplerê ya aydê Madenvaniya Anagold a li navçeya Licik a bajara Erzînganê karesetek nû qewimî. Ev karesat tevî hemû hişyariyan jî li ber çavan pêk hat. Di madena ku beriya niha bi doza li dijî çizirîna siyanûr û zêdekirina kapasîteyê hatibûn rojevê de, gotinên pispor û hawirdorparêzên nehat berçav girtin. Di Meclîsê de hat rojevê, lê ser hat nixumandin. Hema bejê her sal bi dehan mayinên bi vî awayî re destûr tê dayîn, axên Tirkiyeyê veguherîn qada mayinan. Mirov û xwezayê ji bo rantê tune hatin hesibandin.

Madenvaniya Anagold ji Kanûna sala 2010’an vir ve li Madena Çoplerê xebatên xwe didomîne. Di 13’ê Sibatê roja Sêşemê di derdora seat 14.30’an de li madenê hezez pêkhat. Hat ragihandin kutleya şemitî ku hecma wî wek 10 milyon metrekup hat hesabkirin, di saniyeyê de bi leza 10 metre tevger kiriye. Der barê bûyerê de lêpirsîna berdewam dike. Piştî şemitîn axê bi rizgarkirina karkerên re çiziranan siyanûr hat rojev e.

Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî, wiha got: "Mijara gihiştina bermahiyên xeternak a ji Firatê re pir girîng e. Şikir ji Xwedê re, nûçeyek kêyfxweş e, heta niha qirêjbûn û bûyereke em jê ditirsin pêk nehat." Wezaretê, destnîşan kir ku ji newalên Sabîrlî û Çoplerê û noqteyên diyarkirî yên çemê Firatê bi awayek rêkûpêk nimûne hatine girtin. Hate diyarkirin ku bi armanca astengkirina gihiştina malzemeyên diherikin a ji bo Çemê Firatê, qêwarên ku newala SabÎrlî digihijê Çemê Firatê hatin girtin.

Beriya niha jî çizirîna siyanûrê pêk hat

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê jî, ragihand rojnamevanên çûne herêmê bêhna behîva tehl girtine û di qirika hin rojnamevan de jî şewatek dijwar çêbûye. Ev nîşana siyanûrê ye. Sendîkayê bang li rayedaran kir ji bo tenduristî û ewlehiya rojnamegeran û ekîbên rizgarkirinê yên li herêmê tedbîran bigirin.

Hate diyarkirin ku girseya ax ku ber bi Çemê Firatê ve şemitî, ji malzemeyên ku bi siyanûr û asîda sulfurîk hatine şuştin pêk tê. Di sala 2022’an de li madenê ji ber çizirîna siyanûrê ji sînorê herî jêr cezaya qirêjlirina hawirdorê hatibû dayîn.

Patron nas in

Di Madevaniya Anagold de navên ku Tirkiye nasdike hene. Şîrket destpêke wekî şirketek jêr a Anatolia Minerals Development Limited ku navenda wê li bajara Denvera ya DYE ye, li borsaya Kanadayê danûsandin dibîne û li Tirkiyeyê xebatên xwe pêktîne dest bi xebatê kir. Anatolia Minerals, bi Avoca Resources Limited ku sêyemîn hilberînerê herî mezin a zêr a Avusturalya bû yek û Alacer Gold Corporation hate damezrandin. Di sala 2009’an de bi hevkariya Madenvaniya Lidya ya girêdayî Çalik Holdînga ku zavayê Tayyîp Erdogan Berat Albayrak CEO’tî lê kir û bi Alacer Gold a xwediyê Anatolia Minerals re şîrketa Madenvaniya Anagold hate damezrandin.

Anagold a ku ji sala 2010’an vir ve Madena Zêr a Çoplerê ya li navçeya Licik a bajara Erzînganê dixebitîne, ji sedî 80’ê wî SSR Mining û ji sedî 20 jî aîdê Madenvaniya Lidya ye. Li gorî encamên malî yên şîrket di 13'ê Sibatê de eşkere kir, Madena Çopler di sala 2023'an de nêzî 221 hezar onsî zêr hilberand.

Maden beriya niha jî hatibû rojevê

Walîtiya Erzinganê, di Hezîrana sala 2022’an de ragihandibû ku ji ber pêkhatine arîzeyek di xetên lûleyên siyanûrê de çizirînek 20 metrekup pêk hatiye. Ji ber vê yekê xebatên şîrketê bi awayekî demkî hatin rawestandin. Ji şîrket re 16 milyon û 441 hezar TL ceza hate birî. TMMOB'ê, ji bo betalkirina Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ya ji bo projeya zêdekirina kapasîteyê ya li madenê hatibû dayîn, dozek vekiribû.

Yektiyek din a ku hişyarî dabû jî Yekîtiya Tabîbên Tirk bû. TTB'ê, di daxuyaniya xwe de wiha gotibî: "Divê demildest Madena Zêr a Çoplerê bê girtin û bi hezaran ton bermahiyên xeternak, kombûnên lîç û çiyayên pasa bi rêgazên zanîstî bên rewşa bêzerer.”        

'Erdnîgarî ji wijdanê şîrketên madenê re hatiye hiştin!’

Hevberdeka Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya DEM'ê Melîs Tantan, talankirina xwezayê ji ajansa me re nirxand.

Melîs Tantan, diyar kir sektora madenê sektorek ku di salên dawî de bi lez û bez mezin dibe ye û balkişand ev qad bi enerjiyê re wek sektora lokomotîf tê dîtin. Melîs Tantan, der barê kanên madenê ku di van salên dawî de wek kivarkan zêde dibin de wiha got: “Ger em li ruxsetên beriya ÇED’ê hatine dayîn binêrin, em ê bibînin ku rewş zêdetir xerabtir e, ji ber ku li her cih biruxset e. Şîrketan, hemû pêvajoyên ÇED û hwd wek prosedurek nepêwîst dibînin. Ji ber vê yekê yan biryarên 'ÇED ne pêwîst e' an jî ÇED'ê tên qebûlkirin derdixe. Divê ji bo rawestandina van pêvajoyan doz bên vekirin, lê pêvajoyêkn dozan pir dirêj dibin an jî beyî hiqûq bê naskirin hêj berdewam kirina dozê de dest bi pêkanîna projeyan dikin. Bi kurtasî, hemû erdnîgarî ji ber wijdana şîrketên madenê re hatiye hiştin û bêyî rêkûpekirinên yasayî bên naskirin, veguheriye cihek talanê ya bê şert û merc.”

'Ne mimkûn e şîrket rîskên heyî nizanibe’

Karesata ku di lîçê de hate jiyîn, tijîbûna sîyanûrê ya girseya axê ya şemitî tê wateya jehrîkirina qadên jiyanê, av û hewaya herêmê û hilweşandinek mezin a xwezayê. Melîs Tantan der barê vê tabloyê de wiha got:

"Me ji bo tiştên qewimî re got ‘karesetên li ber çavan tên’. Ne mimkûn e ku şîrket van rîskan nizanibe; tevî ku mimkune bi rêya kontrolkirina derkeve holê jî, di tu kontolkirinê de nehatiye dîtin. Ango rewşekî bi zanebûn tê kirin û tê paşguh kirine. Armanca vekirina qadek bêsînor a ji bo sermayeyê re bi destûr dayîna ewil a damezrandina madenê re û bi ser de bidîtina hevkarên xwecehî ya ji bo pêkanîna li hez a pêvajoya qanûnî dest pê dike. Hêj pêvajoyên dozê yên didomin hene, hewil hate dayîn ev pêvajoyên têkildarî biryarên ÇED'ê bi heyetên pispor ên sexte bên girtin û hemû rapor bên şopandin. Mixabin hişyarî tenê devkî man, îtîraz li ber çavan nehatin girtin, pêvajoyên hiqûqî bi awayê adil û lezgîn nehatin meşandin. Dûrbûna ji zanist û edaletê bû sedema vê encamê."

'Mirov û xwezayê hêdî hêdî qetil dikir’

Dema têkildarê bûyerên li herêmê pêktên de şibandina Çernobîlê tê kirin, di heman demê de  tê diyar kirin ku tevahiya Hewzeya Firatê di xetereyê de ye. Melîs Tantan der barê van hemû teyîsandinê de ev nirxandinan kir:

“Bi rastî jî hewze gelek mezin e. Ne tenê ev tiştên tên jiyîn, beriya vê ango ev cihê madenê ku ji sala 2010'an û vir ve zêr lê dihat derxistin, hem mirov hem jî xwezayê hêdî hêdî qetil dikir. Mînak em dizanin li navçeyê hejmara nexweşên pençeşêra pişikê zêde dibe. Em dikarin vê bibêjin; li herêmê rîska zêdebûna nexweşiyên penceşêr û hwd bilind e. Tê pêşbînîkirin bi belavbûna axê ya metalên giran û siyanûrê re faeliyetên çandinî û sewalkariyê bi demê re tune bibe, agahiya çûk dikevin hewzên siyanûrê û dimirin heye. Ev yekê tê vê wateyê bi demê re li herêmeê jiyana çol tune bibe. Li her nuqteya ku bandora madenê bigihêje hewa, ax û av zêdetir jehrî bibe û cihêrengiya biyolojîk kêm bibe. Ev tê vê wateyê ku jiyan li vir her ku diçe zehmetir dibe.”

'Bi jiyana mirovan lîstin'

Gundiyên ku li herêmê maden naxwazin, beriya niha timî caran hatin hedef girtin. Bînalî Yildirim daxuyaniya ku piştî bûyerê cihê karesatê kir, der barê rîska çizirîna siyanûrê ya ji Çemê Firatê re, ev yek îdia kiribû "Kîmya li cihekî cuda tê ragirtin". Ji bilî ve yekê hate hinbûn qebûlkirina zêdekirina kapasîteya madenê par di dema namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) ya AKP’ê Murat Kurum Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê bû de hatiye dayîn. Melîs Tantan der barê van bûyeran de wiha got:

“Divê were gotin ku yek ji şirîkên madenê Holdînga Çalik e, ev yek di warê nêzîkbûna bi hikûmetê re gelek tiştan ji me re dibêje. Têkiliyên dozgerên şîrket-AKP-Fetullah ên di heyama serdozgeriya Îlhan Cîhaner de derkêtin holê jî hene. Bînalî Yildirim beriya niha ji bo madenê axaftinen pir xweş jî kir. Bi siyasetek ku li ser derewan hatiye avakirin re bi jiyana mirovan lêyistin. Tê zanîn AKP’ê li piranî cihan bi şîrketan re bi eşkere yan veşartî hevkariyê dike û AKP’yiyan karên taşeron û hwd yên şîrketên dîstinin. Lê heman rewş ji bo şîrketên madenê yên ne aligîr jî derbasder e. Ango hikûmet hewl dide ji şîrketên madenê re qadek bêsînor avabike û hewl dide bi ranta madenvanî diafirîne re bibe şîrik û rêveber/xizmên xwe jî dikeve şîrekê vê yekê. Ji pasteya ku di berdela tunekirina gel û xwezayê afirandine de hemû kes nîmet digre. Tişta dibe ji gel û xwezayê re dibe.”

'Karesetên mezin li ber derî ne'

Ev û gelek karesatên bi vî rengî li benda Tirkiyê ne. Melîs Tantan a got, “Li herdere ku bi rêbaza siyanûrê madenvanî tê kirin, karesetêb bi vî rengî û mezintir li ber derî ne, wiha got: “Ji xwe beriya niha jî li van cihan gelek qetlîam hatin jiyîn. Sêwas-Bakirtepe Uşak-Kişladag, Gumuşhane, îzmir-Efemçukuru…. Her çend lîça siyanûrê têk neçûbe jî, ev madênên ku qadên mezin tunekirine ye. Hewzên siyanûrê tenê bi membranê ji axê cuda tên girtin. Ev rêbaza ku li Ewropayê hatiye qedexe ye, hê jî li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Siyanûr beriya ku were qonaxa veqetandînê jî dema ku zêr tê derxistin û mualeme tê kirin, metalên giran derdikeve li ser rûye erdê, tevlî hewayê dibe û bi axê re temas dike.”

Melîs Tantan, diyar kir ku gund hatin rewşa nayên jiyankiribê û yek ji mînakên vê jî navçeya Balya ya Balikesîrê ye û wiha got: “Balya, hilweşandinek bêveger dijî. Niha di Plana Pêşketinê ya 12’emîn de hatê nivîsandin ku dê madenvanî zêdetir berfirehtir bibe û di nava qanûna torbayê ku nîqaşkirina vê li meclisê hate taloqkirin de, rêziknameyên ku pêvajoya yasayî ya 4 komên madenê yên ji 5 komên madanê zêdetir serbest bibe hene. Ev têrnake, bi veberhênerên biyanî re peymanên madenvaniyên mîneral ku di enerjiyên nûjen de werin bikar anîn têne çêkirin ku ev tê vê wateyê ku ji pêvajoyên madenên metalîk pir kûrtir bên kolandin. Ne tenê madenvanî, dema metirsiyên qadên din jî zêde dibe, rewş zêdetir xerantir dibe.”

‘Ji bo veberhêneran bihuşt e’

Melîs Tantan a ku em pirsîn tevî bikaranîna siyanûrê li Ewropayê qedexe ye jî, çima li Tirkiyeyê di siyanûrê de tê israrkirin, wiha got: “Tirkiye welatek e ku şîrketên madenê yên navneteweyî bi hêsanî dikarin razemeniyê bikin e, hema hema piraniya wan xwedî şirîkek xwemalî ne. Hêza kar erzan e, wek ku min berê jî behs kir prosedurên qanûnî zehmet nake, mekanîzmayên rûşvet-hevkariyê vekirî ne, gel li gelek deveran ne bi rêxistinkirî ye. Wek li welatên Emerîkayê rêgezên qanûnî yên ku xwezayê dike mijara mafan nîn in. Lewma, ev yek ji bo veberhênerên madenê yên metalîkî wek bihuştek e.”

'Li her qadê li dijî derketin şert e’

Derya Reş, Marmara, Rojhilat û hemû herêmên Tirkiyeyê di vî miajrê de ji hev bêferq e. Herêmên erdhejê ji aliyekî ve hişyariyan dide. Melis Tantan, herî dawî der barê tobloya giştî de wiha axivî: “Tişta ku li Îlîç pêkhat, ne ya yekem û ne ya dawî ye. Vekirina ûniteyên nû yên santrala termîkê par berdewam kir, înşaata Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê gav bi gav mezin dibe, ûnite ûnite tê xilaskirin, perav, derya û qadên biav tên hilweşandin. Herêma erdhejê veguheriye qadeke mezin a hilweşandina ekolojîk, razemeniyên nû yên GES’ê li Kurdistanê dê li ser zeviyên bi bereket bi astên mezin bên avakirin, daristan ji ber sedemên cuda tên perçekirin.... Ev hilweşînên ekolojîk ên bêhejmar, wek kûmûlatîd li ser tevahî erdnîgariyek tunebûnê ferz dikin.

Dema ku roj bi roj asta hilweşandina ekolojîk zêde dibe, bi tenê bi gotina 'yên qirêj dikin bidin’ ceza li şîrketan tê birîn û ev ceza jî weke xelat in. Ji bo parastina xwezayê, divê hemû kiryarên bandorê wan demeke dirêj bidomînin, nifşên nû bandor bike û bandor li erdnîgariyên berfireh belav bike û bibe sedema tehribatek ku nayên vegerandin, di çarçoveya sûcê ekolojîk de bên darizandin. Wekî qirkirin û sûcên şer... pêwîstî mekanîzmayên pêşîlêgirtin heye û divê xwezaya ku em perçeyek wê ne, li ser her tiştî bê dîtin. Lewma, li her derê li dijî derketina ev nêzîkatiya ku cihêrengiya zindî ya Behra Marmarayê tune dike, Mezopotamyayê jehrî dike, Behra Spî bi lûleyên gaza xwezayî tune dike, çiyayên Kazê tune dike, daristan û robarên Behra Reş tinê rewşa mera û gundewaran vegerand zeviya şîrketên enerjiyê şert e.”