Îlham Omer a hatibû dîlgirtin: Hevgirtina gelan dê bi riya jinan pêk bê

Endama Koordînasyona Ofîsa Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD'ê Îlham Omer ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatibû girtin bal kişand polîtîkayên dewletan ên li dijî şoreşa jinan û got, “Hevgirtina gelan dê bi riya jinan pêk bê.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Hikûmeta Şamê di 21'ê Îlona 2021'ê de Endama Koordînasyona Ofîsa Jin a Meclisa Sûriye ya Demokratîk MSD'ê Îlham Omer û Mewlûda Îbo, li parêzgeha Şamê dîl girt. Di 27'ê Tebaxa 2023'an de piştî gelek hewldanan hatin berdan. Îlham Omer a bi berfirehî behsa du salên girtîgehê kir, anî ziman ku pergalên xwe dispêrin mêr-dewletê herî zêde ji belavbûna fikir û têkoşîna azadiya jinan ditirsin û got li hemberî polîtîkayên dijberî gelan dê hevgirtina gelan jî bi riya jinan pêk bê. 

Piştî têkiliyên bi jinên Suweydayê re hatin dîlgirtin

Îlham Omer got ku erka wan a sereke di MSD'ê de avakirin û xurtkirina têkiliyên di navbera jinan de bû û wiha domand: "Avakirina têkiliyan bi jinên giştî Sûriyeyê re ji hemû ol, mezheb û netewan erkê me yê bingehîn bû ku em bikaribin tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wan re parve bikin û bidin rûniştandin. Her wiha em bikaribin jinên Sûriyeyê bi nasnameya wan bidin nasîn û di aliyê destûra Sûriyeyê de zagonek hebe ku mafên me jinan biparêze. Li ser vî bingehî me berê xwe da Suweydayê û têkilî bi jinên Durzî re danîn, destkeftiyên proje û şoreşa jinan me bi wan re parve kir û nîqaşên dewlemend çêbûn. Piştî ku em ji wir vegeriyan Şamê, em ji aliyê beşa Ewlekariya Siyasî ya hikûmeta Şamê ve hatin binçavkirin."

‘Tirsa wan belavbûna netewa demokratîk e’

Îlham Omer a got ku tirsa hikûmeta Şamê ji vê yekê heye ku tecrubeya şoreşê û netewa demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ketiye, belavî giştî welat bibe û gel li dijî desthilatdariya heyî serî hilde û daxwaza mafên xwe bike, wiha pêl da axaftina xwe: “Em, bi bihaneya ku qaşo em çûne Suweydayê partiyan li dijî hikûmeta Şamê birêxistin bikin, hatin girtin. 5 deqeyê lêpirsînê, dirêjî nêzî du salan bû, em bi zexta fizîkî û derûnî re rû bi rû man. Gotina destpêkê ya ku gotin ‘Wekî Kurd hûn ê kengî fêm bikin, hûn jî di welatekî û di bin alekê de dijîn, armanca we bi ser nakeve û hûn ê vegerin hembêza hikumetê’ bû. Bi çavên biçûkxistinê li netew, ol û mezhebên din dinêrin. Bi ya wan be em jinan dikin bihaneya çûyîna xwe û li gorî wan em hewldanên parçekirina nexşeriya Sûriyeyê dikin."

8 mehan di hucreya yek kesî de hatin girtin

Îlham Omer da payin ku 8 mehan di hucreya yek kesî de hatiye hiştin û wiha behsa îşkenceya ku lê hatiye kirin kir: "Ji saeta destpêkê de min û hevala min Mewlûde ji hev qut kirin. 8 mehên destpêkê di beşa dij terorê de, paşê di beşê Ewlekariya Tawanan de salek û 5 mehan em girtin. Em di hucreya yekkesî de bûn. Destpêka ketina me ya girtîgehê, em ligel jinên DAIŞ'î hiştin, danûstandinên bi jinên DAIŞ’ê re ne wekî me bû. Herî zêde, îşkenceya psîkolojîk li me dikirin. Qedexeyeke wisa hebû ku em ne bi nav, bi numareyan di hundirê girtîgehê de dihatin nasîn û axaftina bi malbatê re wekî girtiyek dihat qedexekirin. Em ji hemû mafên xwe yên hiqûqî û zagonên navdewletî, bêpar bûn. Di nav du salan de me di hucreyeke yekkesî de, cihekî ku ne tav û ne jî roj û ba û hewa hebû em man. Ji ber vê jî nexweşiyên min dest pê kirin û zêde bûn. Derman li gorî kêfa bijîşkên wan dihat dayîn. Zivistanê bêyî cil û gore, di nav wê sermayê de bûn."

'Xwestin me ji bo zextê bi kar bînin'

Îlham Omer da zanîn ku hikûmeta Şamê xwestiye girtina wan bike mijara zextê li dijî MSD'ê û wiha dirêjî da gotinên: "Di lêpirsînê de pir diyar bû ku çiqas tengav bûne û ev rewş zirarê dide wan herêman. Li wir krîzeke aborî, siyasî û civakî heye û tê jiyîn. Xwestin me bikin wekî kaxezeke zextê ku pê li dijî MSD'ê bi kar bînin û tişta ku dixwazin bi ser bixin. Ruxmî her zexta fizîkî û derûnî min tu carî poşmanî nejiya û hêviyên min her dem xurt bûn.”  Îlham Omer got ku ew girtîgehê ji xwe re kiriye mîna cihê perwerdeyê  û wiha berdewam kir: “Girtina me hêzek bi min re da avakirin ku em di parvekirina tecrubeya şoreşê û xebatê xwe yê demokratîk li welat giştî, bidomînin. Ji ber ku em rehên sereke di hundirê jiyanê de ne, heta ku jinên giştî Sûriyeyê nebin xwedî tecrube wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê dest ji wan bernedin."

'Rabûna jinên Durzî yên Suweydayê volkanek şoreşê ye'

Îlham Omer bal kişand ser serhildana ku niha jin li Suweydayê pêşengiya wê dikin û ev tişt anî ziman: "Min ji gardiyanên ber derî dibihîst ku gelê Suweydayê li dijî desthilatdariyê serî hildaye lê piştî ku em derketin û min nûçe şopandin min fêm kir ku tiştek vala naçe û gava ku jinan avêtiye pîroz û mezin e. Li dijî siyaseta birçîbûyînê ya ku hikûmet dide meşandin, jinan bi serhildanê daxwaza maf û hiqûqa xwe bi şeklê ku ew rast dibînin, kirin. Ji ber jinên Suweydayê jinên zana û têgihîştî ne, pêwîst e heta dawî meşa xwe bidomînin û xwe bihêztir bikin. Rabûna jinên Durzî, piştî rabûna 2011'an ku gelek dewletan xwestin wê ji cewherê wê vala bikin û ber bi aliyên cuda ve hat kişandin, mîna teqandina şoreşekê dikare were pênasekirin. Rabûna jinan a îro û bi hişmendiyeke wiha têgihîştî em pîroz dibînin."

'Wê ev serhildan bandorê li giştî jinên Sûriyeyê bike'

Îlham Omer bal kişand polîtîkayên li dijî rabûn û serhildanên jinan û got: "Vê carê dûrî olperestiyê, rabûna jinên Suweydayê temsîla hemû jinên Sûriyeyê û daxwazên wan dike, ji ber ku hemû dirûşmên wan nîşaneya vê yekê ne. Rabûneke wisa ne mumkun e ku bikeve, bêguman wê rastî şîdet û çewisandinê were lê wê bandorê li parêzgehên din bide çêkirin. Sîstemên desthilatdar rê nadin ku rabûnên jinan bigihêjin armancên wan. Wê bi zext, îşkence û girtinê hewl bidin bitepisînin. Di dema çeteyên DAIŞ’ê jî jinan bi serjêkirin û recimkirinê rû bi rû dihiştin da ku serî ranekin.”

‘Dê yekîtî û hevgirtin bi jinan pêk bê’

Îlham Omer a got “Hikûmeta Şamê û hemû hêzên dijberî jinan di serî de dewleta Tirk vê siyasetê li dijî jinên pêşeng didin meşandin” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî ku rejîm, hikûmet û dewletên ku her dem dixwestin me ji hev qut bikin û demokrasiyê wekî parçebûyîna Sûriyeyê pênase bikin, bi riya jinan wê hevgirtin û yekitî pêk were. Hikûmeta Şamê bixwaze nexwaze jî wê giyanê jinên ku li azadiyê digerin li giştî Sûriyeyê bê belavkirin. Ev birêxistinî nebe, wê bi awayekî zikmakî belav bibe. Wê destkeftiyên jinan ên îro bibin malê hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê ku her jinek bikaribe di bin siya wê de xwe birêxistin bike."