Îlham Mihemed: Li Efrînê nasnameya gelê resen tê tunekirin

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Efrîn-Şehbayê Îlham Mihemed teqez kir ku li herêma Efrîna dagirkirî nasname, hebûn, dîrok û çanda herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tê guhertin û tunekirin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji dema ku herêma Efrînê, di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wî ve hat dagirkirin ve heta niha, hewldanên guhertina nasname û reseniya herêmê didomin. Ev guhertina demografîk li herêma Efrînê tê wateya çewisandina nasnameya herêmê. Ji destpêka dagirkirina herêmê ve heta niha, bi dehan yekîneyên niştecihî hatine avakirin û malbetên ji deverên din tên bicihkirin her wiha cihên dîrokî yên herêmê tên wêrankirin û guhertin. Endama meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehba Îlham Mihemed derbarê guhertina demografîk a herêma Efrînê ji ajansa me re nirxandin kir.

'Li ser tunekirina Kurdan plan tên kirin'

Îlham Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser hewldanên dagirkeriyê yên ji bo tunekirin û qirkirina civaka Kurd û wiha pê de çû: "Tunebûn û qirkirina gelê Kurd ji dîrokê ve heta niha heye, hêzên desthilatdar hemû planên xwe ji bo qirkirina Kurdan didin meşandin. Ji komkujî, qetliam û şewitandina gundan bigre heya guhertina demografîk li herêmên Kurdan her tişt tên kirin. Niha çanda gelê Kurd jî li ber qirkirinê ye. Guhertina demografîk li herêma Efrînê jî vê yekê îsbat dike ku piştî gelê resen koçber bû, li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk ve guhertinek demografîk tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heya vê kêliyê nasnameya herêmê dide guhertin. Destpêkê peykerê Kawa Hesinkar ku sembola gelê Kurd nîşan dide bi riya çeteyên xwe hilweşand û xwest dîroka herêmê winda bike."

'Nasnameya Efrînê bi êrîşan tê çewisandin'

Îlham Mihemed bal kişand ser berdewamiya guhertina demografîk li Efrîna dagirkirî û got: "Di warê dîrokî de dewleta Tirk li Efrînê xwest nasname û hebûna herêmê bide çewisandin. Hemû warên dîrokî di nav de girê Eyndarê û Kela Nebî Horî jî hebûn hilweşandin û li gor siyaseta xwe hinek cih ava kirin. Şûnwarên kela Nebî Horî hatin dizîn û li şûna wê mizgeft ava kir. Li kêleka dîroka Efrînê xwezaya wê jî tê wêrankirin ku Efrîn bi zeytûnan tê nasîn niha bi dehhezaran darên zeytûnan hatine jêkirin, şewitandin. Di heman demê de Efrîn bi cil û bergên xwe dihat nasîn, ew jî hatine guhertin û bi cil û bergên herêmên din tê naskirin. Ev dikeve nava guhertina demografiya herêmê û çewisandina nasnameya wê. Her wiha navê gund, navçe û kolanên Efrînê jî hatine guhertin û bi zimanê Tirkî hatine binavkirin. Li dibistanan jî şûna zimanê Kurdî zarokên Efrînê bi zimanê Tirkî û Erebî dixwînin."

Guhertina erdnîgariya herêmê

Îlham Mihemed diyar kir ku li herêma Efrînê bi dehan yekîneyên niştecihî hatine avakirin û gelê ji deverên din tê de bi cih kirine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekîneyên niştecihî li seranserê herêmê ava kirine û gelê ji deverên din tê de bi cih dikin her wiha gelê resen ê herêmê jî didin koçkirin ji bo di bingeh de guhertina demografîk bidin meşandin. Malbatên ji deverên Idlib, Bab, Ezaz û Xotayê li Efrînê bi cih dikin, ji bo ku bibe herêmek Ereb û Tirkmen û koka kurdayetiyê li wê derê qir bikin, erdnîgariya herêmê tê guhertin. Ev guhertina demografîk ku li herêmê tê kirin jî bi erêkirina hemû dewletên hegomanîk e."

'Berxwedan wê planên dagirkeran vala derxe'

Îlham Mihemed teqez kir ku wê li dijî kiryar û guhertina demografîk teslîmkariyê qebûl nekin û nehêlin herêm ji bingeha wê dûr bikeve û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li hemberî qirkirinê divê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî bi dawî bibe. Ji ber ku civakek tê windakirin û helandin. Em gelê Kurd bi îsrar in, em hene û teslîmkariyê qebûl nakin. Em ê nekevin bin bandora siyasetên dijmin û kurdayetiya xwe winda nekin. Ger teslîmkarî bê qebûlkirin wê Kurd li cîhanê bên pişaftin lewre berxwedan û têkoşîna me li Şehbayê wê armanc û planên dagirkeran vala derxe."