Îlham Ehmed ji bo Sirri Sureya Onder şîfa xwest
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi telefonê li endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan geriya û ji bo Sirri Sureya Onder şîfa xwest.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi telefonê endama Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Bûldan geriya û ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder re ku piştî emeliyata 12 saetan domiyayî li beşa lênihêrîna awarte tê dermankirin, şîfa xwest.