Îlham Ehmed: Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê tifaqa Kurd gelekî girîng e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed a ku di 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava de axivî rewşa jinan a di nav pergalê de nirxand.

Qamişlo –Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd li Rojava li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Di konfernasa ku didome de, jinan rewşa xwe û pirsgirêkên azadiyê yên ku di welat de pêre rûbirû dimînin nîqaş kirin, herwiha Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî axivî.

‘Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd rûpeleke nû ye’

Îlham Ehmed di destpêkê de balkişand ser ketina rejîma Baas û wiha dewam kir: “Îro lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd rûpeleke nû di dîroka jinên Rojavayê Kurdistanê de dinvisîne û ev gaveke girîng e di pêvajoyeke wiha hesas û serdemeke dîrokî de ku çarenûsa gelan û di nav de jî çarenûsa gelê Kurd tê diyarkirin ku di vir de jî jin roleke pêşeng dilîze. Em îro li vir in, ku em rewşa xwe binirxînin û rola xwe di vê pêvajoyê de diyar bikin. Di pêvajoyeke wiha de ku Sûriyê tê de derbasî pêvajoye nû dibe, ev pêvajoyeke avabûnê ye, ji ber piştî ketina rejîma Baas pêvajoya avabûnê destpê dike, lê ev avabûn avabûneke kuleke û ne avabûna ku gelê Sûriyê hêvî dikir. Ji ber civaka Sûriyê civakeke pirrengî ye, Ereb, Suryan, Êzidî, Elewî Durzî, Ermenî û Çerkes in. Lê Rêveberiya Şamê îro temsîla giştî civaka Sûriyê nake û bi vê tekrengiyê û ev wê di pêşeroje de jî xeteriyên mezin bidin jiyankirin, eger jin di vê pêvajoyê de baş rol nelîze.”

Xeteriyên sîstema liberal û îslama siyasî ya radîkal li ser jinên Sûriyê

Îlham Ehmed sîstema îslama radîkal ya ku li Sûriyê tê meşandin bibîrxist û wiha xeteriyên wê li ser jinan anî ziman: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyê gavên ku hikûmeta Şamê davêje taybet di mijarên girêdayî jinê de, helwest û dengvedaneke jinên Kurd heye. Li aliyê din yê Sûriyê jî bertek û gavên pêwîst nehatine avêtin. Eger bi destûrê demkî yê ku wê 5 salan dirêj bike, Sûriyê were birêvebirin wê sîstemeke tekrengî û bi rengê îslamî civaka Sûriyê were birêxistinkirin. Ev jî xeteriyeke mezin pêşiya jinan ava dike. Ji lewra pir girîng e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarbûn û baldarbûna xwe belavî giştî jinên Sûriyê bike û di nav rêxistinbûyîna wan de be, da ku em bikaribin roleke girîng di nivîsandina desûrê Sûriyê de bilîzin, ku pêşeroja Sûriyê bi şêwazekî rast werê diyarkirin. Li aliyekî sîstema lîbertal mafê jinê binpê dike, li aliyê din jî sîstema îslama siyasî ya radîkal êrîşên pir dijwar tînin ser jinan. Rewşa ku jinên Êzidî û jinên Elewî têre derbas bûn, her wiha jinên sunnî di gelek deveran de bi rewşên gelek xirab re derbas bûn û ev hemû jî sedem komên ku îro Sûriyê birêve dibin e. Ji lewra îro û di vê gava dîrokî de tê xwestin ku em wekî jin xwedî helwestên rast bin û bikaribin bi giştî jinan re di nav têkiliyan de bin.”

‘Îro Kurd xwedî derfet in’

Îlham Ehmed da zanîn ku îro derfet çêbûye ku Kurd divê ku wê qezeç bikin û wiha dewam kir: “Ji bo eniya Kurd jî ku kurd demeke dirêj e di bin siyasetên qirkirinê de jiyan dikin, herçiqasî li hin beşên Kurdistanê xwedî serwerî bin, lê dîsa jî rûbirûyê êrîşan hatine. Mînaka wê jî Başûrê Kurdistanê ku her di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ye, tevî ku Başûrê Kurdistanê jî xwedî serwerî ye, lê ev serwerî her ketiye xeteriyê de. Herwiha Rojhilatê Kurdistanê jî bi êrîşên Îranê re rûbirû maye, ji darvekirin û qirkirinan, hemwextî wê jî li Bakurê Kurdistanê qirkirin, binçavkirin, siyasetmedar bê mafkirin û di her aliyê de rûbirûyê siyaseta helandin û qirkirinê tê. Li Sûriyê jî Kurd bi salan e bi siyasetên helandinê re derbas bûne. Îro roj derfet çêbûye ku di çar aliyên Kurdistanê Kurd eniyeke wekhev û yekdest û deng li hember ewqas siyasetên înkar û qirkirinê helwesta xwe diyar bikin. Yekbûn û tîfaqa Kurd pir girîng e. Îro li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek birêve diçe. Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de konferansek were lidarxistin û xalên ku kurdan li ser lihevkirî ji bo ku di destûra Sûriyê de were bicih kirin bi giştî werin erêkirin, da ku bibe malê giştî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Yekbûna kurdan misogeriya giştî Sûriyê ye. Ji bo yekbûn û demokratîkbûna Sûriyeke nenavendî tifaqa Kurdî gelekî girîng e. Em bikaribin careke din di dîrokê bidin nivîsandin ku Kurdan careke din di nivîsandina dîroka Sûriyê de jî roleke girîng e.”

‘Sûriyeke demokratîk dê bandorê li welatên Rojhilata Navîn jî bike’

Îlham Ehmed di dawî de behsa bandora kurdan di rêxistinbûyîna Sûriyê û bandora wê li welatên Rojhilata Navîn de kir: “Siyaseta ku li Şamê were meşandin ne siyaseta îslama radîkal be û ne jî olî be, divê ku Sûriyeke pir rengî be, temsîla jinan bike û îradeya jinan tê de neyê çewisandin, di hemû navendên biryarê de jin hebin. Divê ev konfernas xwe bighîne biryarên wiha ku dema jinên Kurd di nava tifaqê de bin, em ê karibin dugma xwe li ser nivîsandina dîroka nû ya Sûriyê bixin, ku em bikaribin ne tenê di Sûriyê di giştî Rojhilata Navîn de aramiyê peyda bikin û bandora xwe çêbikin. Ji ber rêxistinbûyîna Sûriyê bandora xwe li Lubnan Urdun û giştî welatên Rojhilata Navîn jî dike. Ji lewra gelek girîng e ku Sûriyê bibe Sûriyeke nenavendî, demokratîk û jin di nav de xwedî îrade û Kurd jî xwedî nasname be.”

Konferans bi xwendin û nirxandina prensîban dewam dike.