Îlham Ehmed: Di demekî herî kin de dê Konferansa Kurd were lidarxistin
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku dê di demekî herî kin de Konferansa Kurd were lidarxistin û da zanîn ku divê di mûzakereyên destûra bîngehîn de komîteyek hevpar were avakirin.

Navenda Nûçeyan – Di 16 û 17’ê Nîsanê de Dîdara 9’emîn a Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyeyê hat lidarxistin. Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî tev li dîdarê bûbû.
Îlham Ehmed, têkildarî dîdarê berîsva pirsên ANHA’yê da.
‘Pergala navendî êdî vebijêrkek mayînde nîn e’
Îlham Ehmed, îfadekir ku di dîdarê de hevsengiyên heyî ya li herêmê û bandora wê li ser welatên wekî Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û got: “Di dîdarê de teqezî li ser vê yekê hat kirin ku vegera li rewşa beriya 2011’an ne mumkin e. Hinek nêrîn derketin ku banga sîstema nenavendî dikin. Hin din jî pergala federalî ya ku piraniya Sûriyeyiyan li ser wê lihev kirine, xwestin. Aşkere ye ku pergala navendî ya hişk êdî vebijêrkeke mayînde nîn e.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku avakirina pergalek nenavendî bûye pêwîstiyek û bi bîr xist ku ev pergal derfetê dide gelê herêmê ku bi xwe xwe bi rêve bibe û tev li pergala siyasî ya li Sûriyeyê bike.
‘Divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin’
Îlham Ehmed, bal kişand ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ev tişt anî ziman: “Ev rêveberî temsîla îradeya siyasî ya pêkhateyên herêmê dike. Jin û pêkhateyên cuda di vê rêveberiyê de îradeya xwe ya siyasî ya hevbeş ava kirine. Lewra gelek hêz û aliyên siyasî eleqeyê didin vê sîstemê. Her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin.”
‘Dîroka konferansê nehatiye diyarkirin’
Di berdewamê de Îlham Ehmed bal kişand ser hewldanên bi armanca yekkirina nêrîna hêz û partiyên siyasî yên li rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku axaftinên li ser dîroka lidarxistina konferansa neteweyî tenê texmîn bûn, lê dema wê hîna nehatiye diyarkirin. Îlham Ehmed, aşkera kir ku der barê çawaniya lidarxistina konferansê de nêrînên cuda derdikevin lê li ser piraniya xalan lihevkirinek çêbûye. Îlham Ehmed, hêvî kir ku di demeke nêz de konferansa neteweyî ya partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêk were û got: “Ev daxwaz a gel e. Em dixwazin hêz û partî helwesta xwe bikin yek, komîteyekê ava bikin ku bi desthilata Şamê re mûzakereyan bike da ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.”