ÎHD: Pêvajoya hilbijartinê bi binpêkirinan bi dawî bû

ÎHD'ê di rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser pêvajoya hilbijartinê de wiha got: " Bi berhevkî û eşkerehî deng hatine dayîn, ber li mişahid û nûnerên partiyan hatiye girtin û tundiya fizîkî jî di nav de, binpêkarî çêbûne.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çavdêrî û nirxandinên xwe yên piştî pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê ku di 14’ê Gulanê de dest pê kir û di 28’ê Gulanê de bi tûra duyemîn bi dawî bû, parve kir.

Di rapora ku hate bal kişandin ku di pêvajoya hilbijartinê de hin binpêkirin hatin jiyîn û wiha hate gotin: “Tûra dûyemîn a hilbijartina serokkomariyê, hat peyitandin ku berhevkî û bi eşkerehî deng hatine dayîn, rê li ber mişahid û nûnerên partiyan hatiye girtin, tundiya fizîkî jî di nav de, binpêkarî çêbûne. Ji bo hilbijartin bi awayekê adilane çêbibin, di serî de YSK, em bang li rayedarên giştî dikin ku li gor standardên mafên mirovan bi erka xwe rabibin.”

450 parêzvanên maf di xebatê de cih girtin

Di raporê de îşaret pê hat kirin ku ji bo hilbijartin bi awayekê adilane û bi ewlehî bên kirin, divê namzed û partiyên siyasî bikarin bi serbestî propagandaya xwe bikin û daxuyanî bi berdewamî wiha bû: “Lê mixabin li Tirkiyeyê ji xeynî sererastkirinên bisînorker û zagonî pêkanînên pir tund hene. Di van hilbijartinan de me bi 450 endam û rêveberên komeleyê li 27 şax û 7 nûnertiyên ÎHD’ê, me, xebata ‘Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe’ bi rê ve kir. “

Binpêkirinên ku ÎHD’ê tesbitkirin

ÎHD’ê, bi rapora xwe ya bi 18 rûpelan, hin binpêkarî wiha rêz bi rêz kirin:

“* Tevî îtirazên ku hatin kirin, YSK’ê namzediya Erdogan qebûl kir.

* Bi taybetî bi binçavkirinû girtina endamên HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û partiyên din ên çepgir, parêzer û mişahidan wd. xebatên partiyên muxalîf hatine astengkirin û ketine hewila krîmînalîzekirinê.

* TRT ku saziyeke dewletê ye, beriya hilbijartinan jî bû navgîneke propagandaya hilbijartinê. Tim hat hiştin ku propagandaya desthilata siyasî di TRT’ê de bê weşandin, lê hema bibêje qet cih ji bo muxalefan nehat dayîn.

* Hat eşkerekirin ku li gundê Gevozî yê navçeya Kolik a Semsûrê, birayên Serokê Bajêr ê AKP’ê tevî xizmên xwe bi peywirdarên cendirmeyê re dengê xwe bi eşkerehî daye.

*Li Amedê, nêzîkê 200 kesan, ji ber ku bêyî ji wan re bê gotin kirine endamên desteya sindoqê, lewma wan nekariye dengê xwe bidin. Ji hilbijêran re li ser sindoqan hat gotin ku ew nikarin dengê xwe bidin.

* Li Dîlokê li gor îdiayan 1000 hilbijêran bêyî ku ji wan re bibêjin, li ser navê Partiya Vatanê ew kirine mişahid, lewma wan nekariye dengê xwe bidin.

* Li Gundê Harran Alacali yê Şanliurfayê hat ragihandin ku mêran li şûna jinan deng dane.

*Hin endam û muşahîdên lijneya sindoqan ji gundên ku AKP û MHP'ê deng wergirtine re nehatin qebûl kirin.

* Bi taybetî li gundên cerdevan in, dengên komî hatin dayîn.

* Li hinek gundan li şûna jinan mêran deng dan.

* Di dema dengdayînê de hêzên ewlehiyê li hin sindoqan sekinîn.