ÎHD: Lêdana wesayîda zirxî ne qeza ye cînayet e

ÎHD’ê diyar kir ku di qezaya li Geverê de çawişek pispor bi wesayîda zirxî li zarokê 5 salî Edem Aşkan daye û jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku ew ê şopdarê pêvajoya darazê bin.

Navenda Nûçeyan-  Li gevera Colemêrgê wesayîda zirxî li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mirina Aşkan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav salên dawî de bi dehan zarokan di encama qezayên wesayîdên zirxî de jiyana xwe ji dest didin û kiryar jî bê ceza dimînin û wiha hat gotin: “Tevî hemû hişyariyan jî ev banga me nehat guhdarîkirin û Erdem Aşkan jî encama vê polîtîkayê ye. Lewma mirina Aşkan ne qeza ye cînayet e. Em dixwazin bûyer û cînayetên li qadên lîstikê yên zarokan jî di nav de, li qadên civakî hatine kirin bên lêkolînkirin û kiryarên wan bên darizandin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê bibin şopdarên bûyerên bi vî awayî.