ÎHD’ê hevserokên xwe Eren Keskin û Ozturk Turkdogan hilbijartin

ÎHD’ê di 20’emîn kongreya xwe de Eren Keskin û Ozturk Turkdogan hevserok hilbijartin.

Enqere- ÎHD'ê bi dirûşma “Ji berê û vir ve têkoşîna me ya ji bo mafên mirovan, aştî û demokrasiyê” civata xwe ya 20'emîn a asayî kom kir. Di civata giştî ya li Enqereyê hat komkirin de biryar hate dayin ku komxebateke nû ya rêziknameyê bê lidarxistin. Desteya Rêveberiya Navendî raporên li ser kar, malî û kontrola navendî pêşkêş kir û rapor li Civata Giştî hate nirxandin. Her wiha mafên mirovan ên vê dema dawî zêde bûne hatin nirxandin. Di dawiya civînê de bi lîsteyekê hilbijartin hate kirin û di encamê de Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn careke din ji bo Hevserokatiya Giştî hatin hilbijartin.
Kesên ku ji bo Desteya Rêveber a ÎHD'ê ve hatine hilbijartin wiha ne: Ozturk Turkdogan, Eren Keskin, Gülseren Yoleri, Rehşan Bataray Saman, Hüseyin Küçükbalaban, Husnu Ondul, Hatice Necla Şengül, Osman İşçi, Abdullah Zeytun, M. Tahir Saçaklıdır, Metin Klavuz, Cihan Aydın, Mehmet Acettin, Nuray Çevirmen, Selahattin Okçuoğlu, Mehmet Aker, Bedri Kuran, İlhan Ongor, Cemal Babaoglu, Hayrettin Pişkin, Servet Ustun Akbaba, Ercan Yılmaz, Guldane Kılıç, Hamdi Bayhan û Bulent Temel.
Endamên Desteya Rûmetê: Reyhan Yalçındağ Baydemir, Aygül Demirtaş, Cüneyt Durmaoglu, Mithat Can û İlyas Kara.
Desteya Kontrolkirinê: Ali Ekber Kaypakkaya, İsmail Boyraz û Zeynep Ceren Boztoprak.