ÎHD: Divê girtiyên nexweş Halîse Aksoy û Şîvekar Ataş bên berdan

ÎHD'ê di daxuyaniyên li Stenbol û Îzmîrê de bal kişand ku divê girtiyên nexweş Halîse Aksoy û Şîvekar Ataş bên tedawî kirin û wiha got: “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî.”

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Îzmirê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, daxuyaniya çapemenî dan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya “Rûniştina F” ya 590’emîn li ber avahiya komeleyê pêkanî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser girtiya nexweş Halîse Aksoy ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin.

‘Saziyên bi vê mijarê re eleqedar jî bêdeng in’

ÎHD daxuyaniya parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tevli bûn de, pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiya nexweş Halîse Aksoy berd in” hatin vekirin. Daxuyanî, ji hêla endamê ÎHD’ê Yavûz Okuçoglû ve hate xwendin. Yavûz Okçuoglû, da zanîn ku li gorî serlêdanên malbatên girtiyan ji bo komeleya wan kirine, binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Saziyên bi vê mijarê re eleqedar jî bêdeng in. Ji ber vê bêdengiyê, li girtîgehan sepanên weke îşkence, miameleya xerab, şewitandina înfazan, qedexeya peywendiyan, cezayên hucreyê û hwd. veguherîne bûyerên ji rêzê. Yên li hemberî van pirsgirêkan bêdeng dimînin, her wiha faîlên van sûcan jî bi necezakirinê xelat dikin û rê li ber sûcên nû vedikin. Bi taybet jî bêhelwestiya li hemberî girtiyên nexweş, êdî veguheriye tiştekî deraqilî.” 

‘Halîse Aksoy du caran ji ber qeyrana dil rakirine nexweşxaneyê’

Yavûz Okçuoglû, da zanîn ku girtiya nexweş Halîse Aksoy li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Nexweşiyên weke qelewî, hipertansiyon, dil û hêj gelek nexweşiyên din pê re hene. Tevî vê rewşê jî rêveberiya girtîgehê pir sersar nêz dibe. Ji ber qelewiyê, xetere heye ku Aksoy kor bibe. Li gel ku du caran emeliyat bûye jî rewşa wê baş nebûye. Di nava van 3 mehên xwe yên girtî de du caran ji ber krîza dil rakirine nexweşxaneyê. Lê belê di dema sewqkirinê de kelebçe lê hatiye ferzkirin. Bi tedawiyên demkî re dîsa li girtîgehê hatiye vegerandin.”

‘Kelebçeyên wê li nexweşxaneyê jî nehatin derxistin’

Bi domdarî Yavûz Okçuoglû destnîşan kir ku rewşa Aksoy cara ewil di 19’ê Hezîranê nebaş bû û rakirine revîrê û wiha got: “Ji ber îxtîmala ku dibe di kêliyê de krîza dil derbas bike, bijîşkê wê xwest sewqî nexweşxaneyê were kirin. Tevî vê yekê jî heta demekî dirêj di ambulansê de bi awayekî destkelebçekirî hate hiştin. Kelebçeyên wê li nexweşxaneyê jî nehatin derxistin. Piştî emeliyatê, her tim çavên wê tije rondik dibûn. Neçar dimîne ku di her kêliyê de çavên xwe paqij bike û ji bo vê jî xwest ku kelebçeyên wê bên derxistin. Lê belê nehate derxistin. Kekê wê wiha dibêje; ‘Êdî hatin û çûna wê ya nexweşxaneyê jî veguheriye îşkenceyê.’ Aksoy, di 23’yê Hezîranê de dîsa bi xetereya krîza dil re rû bi rû ma û rakirin nexweşxaneyê. Lê belê tedawiyeke demkî kirin û şandin girtîgehê.” 

'Divê Halîs Aksoy demildest bê berdan'

Yavûz Okçuoglû, daxuyand ku nexweşiyê Halîsê Aksoy rê nadin ku bikare di nava şert û mercên girtîgehê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa wê giran dibe û gef li ser jiyana wê heye. Banga min ji bo hemû rayedar û saziyên têkildar ew e ku Halîse Aksoy tavilê were berdan û bê tedawîkirin.”

Li Îzmîrê balkişandin li ser rewşa tenduristiyê ya Şîvekar Ataş

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê ji bo balê bikişîne er rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Komeleyê, çalakiya 278’an li pêşiya Sumerbank a kevin a li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de balkişandin li ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.

‘Di dema pandemiyê de jî tedawiya wî nehatiye kirin’

Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend. Încîn, da zanîn ku Şîvekar Ataş a 20 salî, di sala 2016’an de dema li Amedê xwendekara zanîngehê bû, hate girtin. Bi domdarî Încîn wiha got: “Dema ketî girtîgehê tu pirsgirêkên wê yên tenduristiyê nebûn. Lê ji ber mercên girtîgehê û binpêkirinên giran, bi gelek nexweşiyan ket. Di lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran a ÎHD’ê de ye. Li gorî agahiyên dayika wê dane, li Girtîgeha Tarsusê rastî îşkenceyên giran hatiye û di encama îşkenceyê de çavên wê reş û şîn bûne, ji ber ku li dijî sepanan derketiye di ‘odeya bisunger’ de hatiye ragirtin. Ji ber vê jî laşê wê bi birîn bûye. Di dema pandemiyê de jî tedawiya Şîvekarê nehatiye kirin.”

‘Dayika wê keça xwe ya gelek zeîfbûye nas nekir’

Bi domdarî Zafer Încîn diyar kir ku derîçeyê dilê Şîvekarê dirize û divê emeliyat bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha fetqa wê ya piştê heye. Ji ber ku derîçeyê dilê wê dirize, divê her 20 rojan carekê jê re derzî were danîn. Lê belê di dema pandemiyê de ev yek nehate kirin. Dayika wê got ku di hevdîtina dawî de keça xwe nas nekiriye û gelek zeîf bûye. Di heman demê de di malzaroka wê de 2 kîst derketine û ji bo vê jî divê were emeliyatkirin. Divê Şîvekar di zûtirin demê de bê emeliyatkirin. Heke ev emeliyat were derengxistin, rayedarên girtîgehê û berpirsyarê revîrê ji hemû encamên neyînî berpirsyar in.”