İHD: Der barê lêgerîna tazî de serlêdan roj bi roj zêde dibin

Îdiayên ku Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî û 30 xwendekarên jin yên Uşakê di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatine, pêkanên dijmirovane dîsa anî rojevê. Ji Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr da zanîn ku der barê lêgerîna tazî de her roj serlêdanan digirin û got kesên tên girtin jî jin mêr ferq nake rastî pêkanînên xerab tên.

Ruya Huseyînoglu
Navenda nûçeyan- Hinek xwendekarên ku tayînkirina rektor ya li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê protesto kirin hatin binçavkirin û rastî lêgerîna tazî hatibûn. Hat hînbûn ku xwendekarên li dijî vê serî hildan jî hatin derbkirin. 1 xwendekarên ku tayînkirin rektor Melîh Bulut protesto kirin di serdegirtina malan a sibehê de hatibûn binçavkirin. Li gorî vegotinên parêzer Engîn Kara xwendekar li Emniyeta Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê rastî îşkenca lêgerîna tazî hatine.
Ji Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê Ezgî Sîla Demîr der barê mijarê de nirxandin kir.
Di 10 salên dawî de gihişt astek dijwar
Li Tirkiyeyê îşkenca lêgerîna tazî ya li girtîgehan ne nûye û di esasê de ev pêkanînek gelek kevne. Îdiaya ku ku xwndekarkên Zanîngeha Bogazîçî û yên li Midûriyeta Uşakê rastî lêgerîna tazî hatine, rapor û daneyên berê jî derdixe holê Ezgî Sila Demîr destnîşan kir ku ferzkirina lêgerîna tazî bi taybet di 10 salên dawî de derketiye asta herî jor.Ezgî Sila Demîr wiha got: “Di salên dawî de me di hevdîtinan de gelek caran ev dibihîst û serlêdan digirt. Ev di binçavan de û li girtîgehan pir pêk dihat. Rewşa li Uşakê pêk hatiye rêbazeke îşkenca cidiye û nêzîkatiyek zayendpereste.Di heman demê de jî hem bûyera xwendekarên zanîngeha Bogazîçîn û hem jî ya li Uşakê hatiye jiyîn nêzîkatiyek homofobîke.Ev rewş nayê qe bûlkirin. Pêkanînek dijmirovahiye. Di qanûnê de venasîna wê aşkera ye.”
‘Em her roj nameyan digirin’
Daneyên der barê îşkenca lêgerîna tazî de bi taybet nîşan dide ku li Tirkiyeyê ev pêkanîn êdî ji rêzê bûye. Ezgî Sila Demîr di berdewamiyê de balkişand ser mijarê û got der barê vê pêkanînê de her roj nameyan digirin û ev tişt anî ziman: “Me der barê pêkanînên 10 salan de rapor amade kir. Di ketin û têketinên girtîgehan de hemû girtî rastî binpêkirina lêgerîna tazî tên. Yên îtîraz dikin jî rastî şîdetê tên. Di bin çavan de jî şîdeta zayendî, fîzîkî û gotinî mijara gotinê ye. Em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Karneya Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek xerabe.”
‘Li hember jinan nêzîkatiyek zayendî heye’
Yek ji nokteya herî balkêş ya dertê holê bi taybet ev pêkanîn li hember girtiyê siyasî pêk tê. Di raporan de jî ev rastî derdikeve holê. Ezgî Sila Demîr di dawya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin zêdetir rastî nêzîkatiyên zayendperest û çavsor tên.