Îbrahîm Reîsî gefa ‘hicabê’ li jinan xwar

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reisî, gef li jinên ku li welat hîcaba ferzkirî red dikin xwar û got: ‘Belavkirina derxistina hicabê wê were rawestandin.’

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî bi hêceta Jîna Emînî ‘hîcaba xwe li gora quralên îslamê nexistiye serê xwe’ ji aliyê ‘polîsên exlaqê ‘ve hate qetilkirin, serhildana ku bi pêşengtiya jinan destpêkir, ji bo tepisandian serhildanê zext û gefên rejîma Îranê berdewam dike.

Îbrahîm Reisî gef li jinan xwar

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li dijî ‘qurala hicaba Îslamê’ û ew jinên ku hîcab naxin serê xwe gefa ‘belavbûna derxistina hîcabê wê were rawestandin’ li jinan xwar û wiha got: “Hinek kesên ku hicabê naxwin serê xwe bi zanabûn nakin, divê em wan hişyar bikin, lê hinek kes di çarçoveya planên dijmin de tevgerê dikin.”

Polîsên exlaqî cardin di dewriyan de ne

Hema bêje beriya salekê piştî Jina Emînî hate qetilkirin rejîma Îranê ji bo tepesandina serhildana li seranserî welat de piştgireyek mezin dît, bi hazaran kes xistin binçavan. Di encama êrîşên rejîma Îranê li ser xwepêşanderan de di nav de zarok bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. 7 kes jî hatin darvekirin. ‘Polîsên exlaqî’ ên ku li kolanan dewriyan diavêjin û jinan hişyar dikin û kesên ku li gora quralan tevnegerin binçav dikin piştî xwepêşandanan hatibû rakirin.

Meha borî ‘polîsên exlaqê’ carek din dest bi gerandina dewriyê kir û hinek jinan bi zorê dixin binçavan.