Êzîdiyên ji ber êrîşan reviyan di malan de tên bicihkirin

Ji ber êrîşên ku berdewam dikin, bi sedan malbatên Êzdî yên ku ji Şehba û Til Refet berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di malan de tên bicihkirin. Jin dibêjin ku dîroka Şengalê li Şehba dûbare bûye û komkujiyek din jî li ser gelê wan pêk hatiye.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Êrîşên çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusre)” û çeteyên girêdayî Tirkiyê, ya kontrolkirina dorûbereke mezin ji axa Sûriyê digre nav xwe, ji 27’ê Mijdarê ve berdewamin. Di encama van êrîşan de bi sed hezaran welatiyênŞehba, Til Rifet, ji mal û bajarê xwe der bûn. Çend karwanên ji Şehba û Til Rifet gihîştin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li bajarên wê tên bicihkirin. Di heman demê de hîn jî welatiyên ku li wir asê mane û di nav dorpêçê de ne, li ber xwe didin.

‘Heta niha nêzî 100 malbat li gundên Êzîdiyan hatine bicihkirin’

Di nav pêkhateyên ku heman êş kişandine de, gelê Êzîdî jî heye. Mala Êzîdiyan a Navçeya Amûdê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje “Beriya vê qeyranê tenê li Şehba ya Kantona Efrînê nêzî 450 malbatên Êzîdî hebûn. Gelê me yê Êzîdî dema ku derbasî herêmê dibe, destpêkê ji bo Mala Berzan a Êzîdiyan tên şandin. Paşê li gundewarê Amûdê û Tirbespiyê tên bicihkirin. Heta niha nêzî 100 malbat li gundên Êzîdiyan hatine bicihkirin. Ev, gundên Qezelçox, Merkebê, Berza, Tolko, Tirbespiyê ne û hê jî hejmar zêde dibe. Hejmarek ji malbatên Êzîdî hîn jî li Kantona Efrîn- Şehba asê mane. Hinek karwan ji hev hatin veqetandin, wendayî hene û hin jî ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Di dema niha de amareke fermî di destê me de tune ye. Lê tê texmînkirin ku di van rojan de hejmara malbatên ku em wan bicih bikin bighê 400 malbatan.”

Koordîneya ji bo parastin û xilaskirina gel

Mejdolîn Elî Êzîdî ye, ji bajarê Efrîna dagirkirî ye û endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya li Kantona Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Mejdolîn da zanîn ku ew ji bo xilaskirina gelê ku li Kantona Efrîn- Şehba asê mane bi hemû hêza xwe ketine nav tevgerê û wiha got: “Me bi Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Jinên Êzîdî, Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê û Yekîtiya Êzîdiyê Sûriyê re koordîne kiriye. Em wan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicih dikin. Di heman demê de em xebatên ji bo dîtina Êzîdiyên ku wenda ne jî dimeşînin. “

‘Bi dehan Êzîdî kuştin û revandin’

Mejdolîn Elî destnîşan kir ku dema çeteyan bi ser Şêrewa, Til Rifet û Til Qirahê yên Kantona Efrîn-Şehba de girtine, komkujî kirine û wiha got : “Çeteyan ne gotin sivîl û ne jî leşker, gelê me qir kirin. Li gor amara belgekirî ya di destê me de, 4 Êzîdî ji aliyê çeyetan ve hatine qetilkirin û hîn hejmara rastî ya eşkerekirî nayê zanîn. Her wiha jimareke mezin ji wan wenda ne û hatine revandin.”

‘Komkujiya Şengalê dûbare bû.. çîrokên bi êş’

Mejdolîn Elî got ku komkujiya Şengalê ya sala 2014’an li kantona Efrîn-Şehbayê dûbare bû û wiha berdewam kir: “Dîrok careke din xwe dûbare kir. Careke din gelê Êzdî tê tunekirin. Gelek çîrokên bi êş hene ku tên eşkerekirin. Mirovek me heye dibêje ku dema me xwest em ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi ewle ve herin, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina me dikir ji bo em derbas bibin. Lê çeteyekî êrîşî wî kir û ew serjê kir. Kalekî ji bo ku nekevê destê çeteyan, li ber çavên her kesî xwe kuşt. Bi dehan çîrokên bi êş û tirs qewimîne li wir.”

‘Êrîşên li hember me rawestînin’

Mejdolîn Elî destnîşan kir ku gelên herêmê ji ber van êrîşan zor û zehmetiyan dikşînin. Mejdolîn anî ziman ku bi taybetî gelê Êzîdî dibin hedefa kuştin û tunekirinê. Mejdolîn bang li hêzên garantor û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî êrîşan bertek nîşan bidin û wiha bidawî kir: “Dewlet û hêzên mezin ev şer çêkirin. Em dixwazin ku