Êzîdiyên Helebê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
Bi boneya Cejna Çarşema Sor Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê şahiyek lidarxist.
HELEB - Çarşema Sor cejina herî mezin e di nava civaka Êzîdiyan de loma her sal di çarşema duyem a meha Nîsanê de ev roj tê pîroz kirin. Civaka Êzîdî divê cejinê de hêkan dikelînin û reng reng dikin, ev hêk jî temsîla gerdûnê dike. Bivê boneyê Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê bi dirûşma "Bi qehremaniya Şehîd Rûken Zerdeşt em ê dagirkeriyê têk bibin û Çarşema Sor pîroz bikin" li çerxerêya şehîdan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê şahî li dar xistin. Kurdên Êzîdî, şêniyên taxê, sazî û dezgehên sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn.
"Meha nîsanê mizginiya biharê ye"
Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Paşê Rêvebira Mala Êzîdiyan Gulê Xezal cejina mezin a Çarşema Sor li tevahî gelên azadîxwez pîroz kir û got: "Em di serê de bi rêzdariyek mezin şehîdên tevgera azadiyê yên ku canê xwe di oxira ax û gelên xwe de feda kirine bi bîr tînin. Bi saya wan şehîdan îro em bi rengek azad û aram cejina xwe pîroz dikin. Em hemû dizanin meha nîsanê mîzginiya biharê ye û ji bo hemû gelan rojek bi wate û pîroz e. Divê cejinê de daxwaza me ya sereke rizgariya Rêber Apo ye. Her wiha em wek Kurdên Êzîdî yên Efrînê hêviya me ewe ku ev sal bibe sala rizgariya Efrîna rengin û em cardin vegerin li ser axa xwe."
Paşê ji aliyê Koma Zarokên Êzîdî û Koma Ciwanên Êzîdî ve lavayên olî hat xwendin. Her wiha hunermend Ehmedê Xanî, Koma şehîd Vejîn a Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê û Hunermendên Helebê stranên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.