Êzîdiyên Efrînê amadekariya cejina Çarşema Sor dikin

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Suad Hiso hatina cejina Çarşema Sor pêşwazî kir û ev tişt got: "Çejina Çarşema Sor em bi hêviya pêkanîna aşîtî û aramiyê pêşwazî dikin."

HESNA MIHEMED
Şehba - Cejina Çarşema Sor cejina herî kevnar a civaka Êzîdiyan e. Ev cejin her sal di çarşema duyem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gor baweriya Êzîdiyan di vê çarşemê de gerdûn hatiye avakirin. Kurdên Êzîdî di vê cejinê de hêkan dikelînin û renga reng dikin ji ber hêk temsîla nû avakirina gerdûnê dike û teşeya wê xuya dike. Civaka Êzîdî bi hezaran salan vê cejinê bi hêviya pêkanîna aşîtî û azadiyê pîroz dikin. Civaka Êzîdî ev cejin bi xwezayê ve girêdidin loma di meha Nîsanê de tê pîrozkirin û di heman demê de gel berê xwe dide nava xwezayê û kûlîlkên sor berhev dikin û di gel qalikên hêkan bi deriyê malê dixin ev jî tê wateya parastina ji her awayên êrîşan. Di roja cejinê de nabe kes biçe ser karê xwe di heman demê de di vê mehê de nabe kes bizewice ji ber mehek pîroz e.
Êzîdiyên Efrînê jî piştî herêma Efrîn a Bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve di 18'ê Adara 2018'an de hate dagirkirin li kantona Şehbayê bi şêniyên Efrînê re bi cih bûn. Kurdên Êzîdî bi şert û mercên koçberiyê re jî dîsa dev ji çand û baweriyên xwe bernedan û her sal cejina Çarşema sor bi derfetên kêm pêşwazî û amadekariyê wê dikin. Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrîn dest bi amadekariya şahiya cejina Çarşema Sor ên mîna  stran, lavayên cejinê, govend û kelandina hêkan, dikin. Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê Suad Hiso behsa girîngiya vê rojê kir.
"Cejina Çarşema Sor cejina vejîna gelan e"
Suad cejina Çarşema Sor li tevahî gelan pîroz kir û got: "Em cejina Çarşema Sor li Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi teqîna mezin Big Bang gerdûn hate avakirin û em bi wê teqînê vê cejinê pîroz dikin. Bi rêya Melekê Tawiz çar hêmanên bingehîn a cîhanê hate avakirin ba, av, ax û agir ji bo ku jiyanekê bide tevahî zindiyên li ser rûyê erdê dijîn ew jî di roja çarşemê de pêk hat. Ev cejina vejîn û avakirina gerdûnê ye li ser vê esasê ev çarşem tê pîroz kirin. Gerdûn bi hemû rengan hate xemilandin.
"Ev cejin bibe cejina aşitî û aramiyê" 
Suad pîrozkirina Çarşema Sor wiha tîne ziman: "Di vê cejinê de em hêkan dikelînin dema hêk bên cemidandin teşeya gerdûnê temsîl dike. Em hêkan bi rengên jiyanê dixemilînin. Di meha Nîsanê de nabe erd bên ajotkirin an kes bizewice ji ber ew mehek pîroz e. Di heman demê de tevahî zindiyên li ser rûyê erdê, xwe divê mehê de zêde dikin. Her şaristaniyek li gor orf û adetên xwe vê cejinê pîroz dikin. Em hêvî dikin ev cejin bibe cejina aşitî û aramiyê. Em ê bi rihê pîrozkirina cejina Çarşema Sor azadiya Rêber Apo misoger bikin."