Êzîdiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejina Bêxwînê pîroz dikin
Kurdên Êzîdî yên Efrînê li Şehba û Helebê bi şahiyekê cejina Bêxwînê ku li gorî baweriya Kurdên Êzîdî destnîşanî dema çandiniyê û destpêka baharê dike, pîroz kirin.
Heleb – Li gor baweriyên her olekê cejinên cuda hene. Li gor wê jî mirov amadekariyên pêşwazî kirina cejinan bi çand û baweriyên xwe çêdikin. Têkildarî vê mijarê Kurdên Êzîdî yên li Herêma Efrînê pêşwaziya cejina Bêxwînê dikin. Cejina Bêxwînê li gor ola Êzîdiyan destnîşanî destpêkirina dema çandiniyê û biharê dike. Her wiha têde serjêkirina lawir, qurban û neçîrvanî qedexeye. Ev cejin beriya 4 hezar salan û heta roja me yê îro Kurdên Êzîdî pîroz dikin. Merasîmên amadekariya wê jî mirovan re balkêş tê. Tevî ku civaka Êzîdî di gelek komkujî û fermanan re derbasbûne, lê heta niha kevneşopiyên çanda xwe diparêzin û hînî nifşên nû jî dikin.
Cejina Bêxwînê
Cejina Bêxwînê bi navê Xidir Îlyas û Xidir Nebî jî tê nasîn. Li gor zanyar û çîrokên ku têne gotin Xidir Îlyas firşîteyê li Kelha Mardînê ya Bakurê Kurdistanê di her salê de mîna mirov ji bo piştevaniya çandiniyê dadikeve erdê. Her wiha dibêjin Xidir ne kesekê diyar e, lê mîna xwedawendeke pîroz tê nasîn. Di dema ku Êzîdî dest bi pîrozbahiya vê cejinê li gor baweriya wan mewsima reşandina tovan bi dawî dibe û mewsimê zêdekirina xwezayê dest pê dike.
Bi vê boneyê di roja pênşemê û înî yên destpêka meha Sibatê de li gorî rêznameya Rojhilat li dar dikeve. An jî pênşema yekê piştî 14'ê Sibatê li gorî mîladî destpêka biharê û destpêka çandiniyê ye. Merasîmê beriya vê cejinê bi rojiyê sê rojan dest pê dike. Êzîdî di rojên duşem, sêşem û çarşemê de rojiyê digirin. Di nava van sê rojan de xwerin û vexwerin, qedexeye. Tenê kesê rojî girtiye nanekê taybet ku tama wê jî şor e dixwe. Her wiha di roja duyemîn ji rojiyê qelandek tê amadekirin û xwerin. Qelandek jî ji 7 cureyên ji tovên mewsima borî amade dibe. Ew tov jî ji genim, ceh, nîsk, nok, garis, berberoj û xwê pêk tê. Ev tov piştre jî bi rêya destaran tên hêrandin û cihekî bilind heta siharê pênşemê datînin.
Di roja cejinê de jî Bêxwîn tê amadekirin. Ew jî ji dimsê şêrîn, av û arda qelandekê pêk tê. Paşê jî di her du rojên cejinê de pênşem û înî li cîranan tê belav kirin û beşek ji Bêxwînê li ser zeviyan tê reşandin bi wateya xêr û bêra wê bide der. Di van her du rojan de jî xwerina ku tê çêkirin disa jî Êzîdî li cîranên xwe belav dikin û şert nîne ku Êzîdî bin.
Li Helebê bi şahiyekê cejina Bêxwînê hat pîroz kirin
Bi hatina cejina Bêxwînê ya Kurdên Êzîdî, Yekîtiya Êzîdiyên bajarê Helebê bi şahiyekê li hola Elwan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, bi beşdarbûna bi sedan Kurdên Êzîdî, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl pîroz kirin. Hola şahiyê bi wêneyê şehîd Mam Zekî Şengalî û alê Yekîtiya Êzidiyan hatibû xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Mala Êzîdiyên bajarê Helebê Raniya Cefer cejina Bêxwînê li tevahî Kurdên Êzîdî pîroz kir û wiha domand: "Di serî de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîdên me ji bo welatek azad canê xwe feda kirin, da ku em bi awayek azad di welatê xwe de bi çanda xwe bijîn. Her wiha em serkeftina Garê pîroz dikin, serkeftina Garê Serkeftina Şengalê ye. Cejina Bêxwînê cejina aşitî û xêrxwaziye. Em bi hêvine divê roja pîroz de hêviya tevahî Kurdan pêk were. "
Paşê ji aliyê zarokên Kurdên Êzîdî ve marşên olî hate xwendin. Her wiha koma Stranan ya zarokên Kurdên Êzîdî stranên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Li Şehbayê cejina Bêxwînê hat pîroz kirin
Bi boneya cejina Bêxwînê, Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzîdî bi dirûşma "Bi îradeya gelê Êzîdî em ê îxanetê têk bibin û azadiya gelan misoger bikin" şahiyek li wargeha Serdemê ya Kantona Şehba-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate li dar xistin. Bi sedan Kurdên Êzîdî, partiyên siyasî, Rêxistina Kongreya Star tevlî şahiyê bûn. Hola şahiyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Zerdeşt Şengalî û alê Yekîtiya Jinên Êzîdî ve hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir.
Di destpêka şahiyê de qewlên Êzîdî ji aliyê koma Olî ve hate gotin. Her wiha peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Tekildarî şahiyê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Cefer nêrîna xwe parve kir.
Gulê Cefer cejina Bêxwînê li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û wiha pê de çû: "Em di serî de vê cejinê li tevahî Gelê Kurd pîroz dikin û daxwaza me ewe ku aşitî di nava welatê me de bi cih were. Cejina Bêxwînê tê wateya xwezayê û durketina ji rijandina xwînê. Her wiha ev cejin bi xwe re aşitiyê tîne. Em bi vê cejinê re 7 rengên esasî ji berhemên erdê komdikin, sor dikin û dihêrînin. Her wiha beriya vê cejinê rojî tê girtin. Ev tiştên ku tên hêrandin beriya di roja cejinê de tên belavkirin û beriya razanê yên dixwazin hêviyek bixwazin dixwîn û li gor wê di xewna xwe de dibînin."
Şahî bi pêşkêşkirina stran û gerandina govendê bi dawî bû.