Êzidiyên Şengalê li himberî komkujî yan meşiyan

Gelê Şengalê, li himberî êrîşên hewayî yên dewletaTirk bertek nîşanî da û ber bi Sûka Kevin a ku komkujî lê pêk hat ve meşiya. Di daxuyaniya piştî meşê de hat gotin ku li dijî her êrîşeke ku li Şengalê pêk were, wê li ber xwe bidin.

Gelê Şengalê, li himberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk bertek nîşanî da û ber bi Sûka Kevin a ku komkujî lê pêk hat ve meşiya. Di daxuyaniya piştî meşê de hat gotin ku li dijî her êrîşeke ku li Şengalê pêk were, wê li ber xwe bidin.
Şengal – Di 14’ê Tebaxa 2007’an de, di êrîşên ku bi 4 tirêl teqîner ber bi navend û gundên Til Ezer û Siba Şex Xdir ên Şengalê ve pêşve çûn de zêdetirî 400 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, bi hezaran Êzîdî ji ber êrîşên DAIŞ’ê bi hovane hatin kuştin, nêzîkî 7 hezar Êzîdî, ku piraniya wan jin bûn, dîl hatin girtin û 360 hezar Êzîdî neçar man ku koç bikin. Êzîdiyan bi êrîşa dawîn fermana 74’emîn jiyan kir. Êzîdiyên mayî, ku di 3'ê tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ’ê rastî jenosîdê hatin, niha bi êrîşên hewayî yên Tirkiyê re rû bi rû ne. Balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 16'ê Tebaxê de li navenda Şengalê wesayîtek sivîlan hedef girt,  di 17'ê Tebaxê de jî nexweşxaneya li gundê Sikêniyê ku dikeve başûrê bajêr de bombe baran kir.
 Êzîdiyan li kolanên şengalê êrîş şermezar kirin
Civaka Êzîdî ku meha Tebaxê bi fermanan xemiland duh li kolanên Şengalê ji êşa ku ji destpêka Tebaxê berhev kirine, li tevahiya cîhanê qîriya. Bi sedan Şengalî yên ku ji bo meşê li Mekteba Sor kom bûn û ber bi Sûka Kevin (bazara kevin) a ku Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen lê hat qetilkirin meşiyan. Endama TAJÊ Zozan Simo di dema meşê de ji acansa me re axivî û got: "Eger Iraqê me bi hevgirtina xwe de dîtiba, wê ji êrîşên Tirkiyeyê re bi gotiba na. Nexweşxaneyek me hebû û kesên ku koronayê ketine dihatin derman kirin. Dema ku em hewl didin xwe berhev bikin, ew êrîşên xwe yên li ser me dijwartir dikin. Wan laşên zarokên me perçe perçe kirin." 
Bi gotina "Em dayik perçeyên laşên zarokên xwe kom kirin" ev êrîş şermezar kirin.
"Bi zîhniyeta DAIŞ’ê êrîşan pêktînin"
Piştî meşê, li nuqteya ku êrîş lê hat kirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin: " Dema Kazimî li Şengalê bû, pêşengê me Seîd Hesen ku li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi awayekî aktîf cih girt, li Şengalê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, piştre jî têrê nekir û êrîşê ku rûmeta mirovan binpêdike kirin û êrişê nexweşxaneyê kirin. Ev êrîş êrîşek li ser yekparçetiya Iraqê, mafên mirovan û hemû mirovahiyê ye. duh yên bi destê DAIŞ’ê êrîşî me kirin, îro jî bi hişmendiya DAIŞ’ê êrîşan pêk tînin."
Di dawiya daxuyaniyê de, soz hate dayîn ku li dijî her êrîşên ku li ser  Şengalê werin pêkanîn, wê li ber xwe bidin.