'Êrîşên li ser Xezayê encama bêdengiya li hemberî dagirkeriya li Sûriyeyê ye'

Pispora hiqûqa navneteweyî Salsabil Al-Qalibî diyar kir ku êrîşên li ser Zîvala Xezayê ji ber bêdengiya li hemberî dagirkeriya li Sûriyeyê ye û bang kir ku di pêvajoyên şer de li dijî îstîsmar û êrîşên li ser jinan tora hevgirtina jinan were avakirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis– Pisporê hiqûqa navneteweyî Selsabil Al-Qalibî diyar kir ku ji şerên li Sûriye, Lîbya, Xeza, Afganistan, Sûdan û gelek welatên din herî zêde jin zirarê dibînin û got ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xazayê li gorî peymanên navneteweyî sûcên şer in û divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin:

Selsabil Al-Qabili diyar kir ku Îsraîl bi êrîşan jin û zarokan dike hedef û got: “Kesên li Xezayê dijîn her roj rastî sûcên şer tên. Li Zîvala Xezayê sivîl bi zanebûn tên hedefgirtin û qetilkirin. Em dizanin ku ev yek di qanûna şer de qedexe ye lê Îsraîl tiştekî nas nake. Îro kesên ku divê derkevin pêşberî dadgehê û hesab bidin hene. Dadgeha Cezayê Taybet a ku bi taybetî ji bo lekolîna sûcên şer li Yugoslavyayê berê hatiye avakirin, pêşengên Slobodan Miloševićê yê ku tê zanîn li welatê navê wî derbas dibe cînayet û zilma herî mezin kiriye û li Cezayê Taybet hatibû darizandin û avêtibû girtigehê. Îro Dadgeha Ceza ya Navneteweyî xwedî desthilatdarî û dadweriya giştî ye ku dikare hemî tawanên di çarçoveya şerê çekdarî de hatine kirin lêkolîn bike.”

‘Peymanên navneteweyî hatin binpêkirin’

Selsabil Al-Qelibî diyar kir ku peymana Cenevê ya çaremîn peymanek e der barê parastina sivîlan di dema şer de ye lê diyar kir ku pêwîstiyên peymanê pêk nehatine. Selsabil Al-Qelibi got: “Peymana parastina jin û zarokan di rewşên şer de şert datîne. Di şert û mercên ku jin di şer de tên girtin de divê cihê wan ji mêran cuda be û rewşa wan a malbatê li ber çavan bê girtin. Ev tê wê wateyê ku divê dayik ji zarokên xwe neyên qutkirin û neyên girtin. Di heman demê de jinên ducanî û mêjandin jî dihesibîne. Di qanûnên şer de ji bo jinan xalên taybet û mekanîzmayên parastina taybet hene.”

‘Li Xezayê li dijî jinan şerê stratejîk tê meşandin’

 Selsabil Al-Qelibi da zanîn ku rola komeleyên jinan di bilindkirina hişmendiyê de heye û wiha got: “Li Xezayê jin bûn amûrê şer, êrîşa li ser wan bû parçeyek ji stratejiya şer û pêvajoyeke rasterast a hedefgirtinê pêk hat. Pêdivî heye ku ev yek were fêmkirin. Ev bi serê xwe sûcê şer e. Li hemberî tevger û komeleyên femînîst ên ku wan dikin hedef jî divê tedbîr bên girtin. Bi taybetî di warê pîvanî de divê tevbigerin. Îro em bi şerekî herî kirêt re rû bi rû ne ku li dîjî gelê ku ji bo azadiya xwe ber xwe dide tê meşandin. Gelê li Zîvala Xezayê bi her cure êrîşa çekdarî re rû bi rû  ye. Ji 70 salan zêdetir e mafê jinên Filistînê bi awayekî pergalî tê tunekirin. Divê femînîst li dijî vê nêzikatiyê tevbigerin.”

‘Komeleyên femînîst di cewherê xwe de yên mafên mirovan in’

Salsabil Al-Qalibî anî ziman ku komeleyên femînîst di cewherê xwe de komeleyên mafên mirovan in û wiha axivî: “Êrîşên li ser Zîvala Xezayê di warê exlaqî û hiqûqî de nayên qebûlkirin. Em nikarin li hemberî vê rewşa trajîk bêdeng bimînin. Divê hemû cîhan ji bo Xezayê bibe yek. Her wiha di nava van hemûyan de divê em li dijî leşkerkirina jinan bi taybetî jî di mijara wekheviya zayendî de hişyariyê bidin.”

‘Divê hesab ji kesên ku li Sûriye û Lîbyayê êrîşê jinan dikin were pirsîn’

Salsabil Al-Qalibî, anî ziman Sûriye û Libya jî bûne şahidên şer û êrîşên derve û wiha got: “Ne şerek navxweyî ku Rojava dixwest bazar bike bû. Pirsgirêk ew e ku aliyên di vê êrîşê de cih girtine di heman demê de hejmarek zêde, ketina nava hev û tevlihev e. Ji ber vê yekê, me encamên sûcên ku di wêne û vîdyoyan de hatine belgekirin û jinan digrin hedef nedît. Em nizanin çeteyên wek DAIŞ’ê yên bi pere girêdayî kîjan partiyan in. Di şerê Sûriye û Lîbyayê de rêjeya leşkerên bi pere zêde bû. Tişta ku divê were kirin hesab ji kesên parêzbendiya fizîkî ya jinên li Sûriye û Lîbyayê binpê dikin, yên ku jinên Êzidî dîl digrin û heta bazirganiya jinên Lîbyayî bipirsin û divê têkoşîn bê domandin.”

‘Ji ber ku em li dijî dagirkeriya li Sûriyeyê bêdeng man îro Xeza hat dagirkirin’

Salsabil Al-Qalibî, ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî jinan û li ser asta herêmî û navdewletî darizandina kiryaran bang li rêxistinên mafên mirovan, jin, komeleyên çandî, zagonî û siyasetmedaran kir ku bikevin tevgerê. Salsabil Al-Qalibî, wiha axivî: “Mînak em dikarin îfadeyên jinên li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û îşkencekirin bigrin. Bi wan îfadeyan der barê kesên eleqedar de dê doz bên vekirin. Ya herî girîng divê em tiştên ku jinan li wan herêman jiyan kirin ji bîr nekin, her çend bûyerên ku em qetlîamên berê ji bîr bikin hatin jiyîn jî... Ji ber ku em li dijî dagirkeriya li Sûriyê bêdeng man, îro Xeza jî hat dagirkirin. Divê cîhan di vê mijarê de bikeve nava tevger e. Divê em her roj tiştên ku li Sûriye, Lîbya, Yemen û Afganistanê tên jiyîn û trajediyên ku bandor li jinan dikin û hedef digrin bi bîr bixin.”