‘Êrîşên li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xelekek ji tecrîdê ye’

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, “Êrîşên li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xelekek ji tecrîdê ye.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de di encama komployeke navnetewî, hat girtin. Dewleta tirk di 7`ê Tebaxa 2019`an de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijwar kir ku ev 21 meh in hevdîtin bi parêzer û malbatê re pêk nehatiye. Têkildarî asta tecrîdê û helwestên gelê Kurd ên li hemberî komployê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî nirxandin kir û destnîşan kir ku kurkirina tecrîdê êrişa li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye.

Tecrîd dijwar û berfireh bûye’

Eyşe Efendî di destpêka nirxandina xwe de rexnedayîna xwe li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û wiha got: "Beriya her tiştî em weke dayik, malbat û gel tevahî rexnedayîna xwe li hemberî Rêber Apo didin. Diviyabû ku Rêbertî ewqas sal di girtîgehê de nameya, pêwîst bû bi nêrîn, helwest û berxwedaniya gel me yekser ew ji Îmraliyê rizgar bikira. Kurd di pêvajoyeke ber bi tunebûnê ve diçûn, tevî ku 27 serhildan û şoreşên Kurdan hebûn lê hebûna me di asteke xeter de bû. Rêber Apo di qonaxeke wiha derket û dest bi têkoşîna Apoyî kir. Weke gel ji ber ku me hemû bar avêt ser Rêber Apo, para me jî di girtina wî de heye. A niha tecrîda ku li ser Rêber Apo pêk tê, li ser tevahî gelê Kurd e. Çawa ku erdîngariya Kurdistanê kirin çar parçe, dixwazin di her parçeyek de jî Kurdan qir bikin û ji holê rakin. Ev hêzên komploger dixwezin gel û Rêber Apo bi hev re tune bikin. Ji bo vê ev tecrîd dijwar û berfirehtir dibe.

‘Tecrîd li ser destkeftiyên jin e’

Eyşe Efendî destnîşan kir ku tevahî irojeyên Rêber Ocalan û di destpêkê de ya azadiya jin tê hedef girtin û got: "Em weke jin vê tecrîdê di gelek aliyan de dinirxînin. Bi taybetî di hevaltiya Rêber Apo û jinan de her wiha di dirûşma "Jin, jiyan, azadî" de jî. Di roja îro de êrîşên hêzên hegemon li ser vê felsefeyê hene. A niha jinên ku behs û daxwaza vê felsefeyê dikin tên qetilkirin û îşkencekirin. Ji ber ku ev bîrdozî projeya Rêber Apo ye, baweriya me jinên Kurd û yên cîhanê bi vê felsefeyê heye û em di bin sîwana wê de dijîn, mezin dibin û gavan davêjin. Ji lewre ev tecrîda li ser destkeftiyên jin û projeyên azadiya jin ên Rêber Apo ne. Ji ber ku jinên Rojhilatê Kurdistanê behsa azadiyê dikin ew rastî êrîşan tên, ev êrîş xelekek ji vê tecrîdê ye. Îran çawa hebûna Kurdan tepisand, dixwaze projeyên Rêber Apo jî ji holê rake."

Gotineke Rêber Apo dikare vê pêvajoyê biguhere

Eyşe Efendî dirêjî da axaftina xwe û bal kişand ser sedemên qedexekirina hevdîtinên li Îmraliyê: "Mijareke din mirov dikare bîne ziman, hêzên komploger dizanin heger ku perespektîf ango gotinek ji Rêber Apo derkeve dê gel û Tevgera Azadiyê Kurdistanê yekser pêk bîne û wê bibe rojevek bingehîn di Rojhilata Navîn de. Gelê Kurd, Apociyên kevin û Tevgera Azadiyê tu caran ji Rêber Apo nehatine qutkirin û wê qut nebin jî. Berovajî roj bi roj girêdana me ya bi Seroketî re mezin dibe. Divê ku em niha di heman astê de xwedî li Rêber Apo derkevin êdî meş û daxuyanî têrê nakin. Ev nêzî du salan e em agahî ji Rêber Apo nagirin divê em careke din bi rengekî hevbeş li dora Rêberê xwe kom bibin û tecrîdê bişkînin."

‘Em ê vê pêvajoyê bi serkeftinê bi dawî bikin

Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de banga berxwedana hevbeş a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan kir û got: "Hebûn, tunebûn, çarenûsa gelê Kurd û dilxwazên azadiyê girêdayî van rojan e. Kurdan tevahî hesabên cîhanê, nexşeya siyasî û erdîngarî guherand. Ji ber vê em ê bi îsrar di nexşeya nû ya siyasî û erdnîgarî de weke Kurd hebin. Ev yek jî girêdayî rewşa Rêber Apo ye, ji ber ku divê biryara nû ya der heqê Rêber Apo de bi helwesta gelê Kurd were guhertin. Pêwîst e çawa ku ev hêzên komploger bi hev re biryara girtina Rêber Apo dan, em bihêlin bi hev re biryara rizgarkirina Rêber Apo jî bidin. Ev jî bi têkoşîn û berxwedana me pêkan e. Em bi çare, zanebûn, hebûn û hêz in. Ji ber vê divê em bi hev re biryara dawî bidin, baweriya me bi şervan û hêzên me hebe û em vê pêvajoyê bi serkeftinê bi dawî bikin."