Êrîşên li ser dibistana bajarê Mînabê: 155 kes hatin qetilkirin
Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Îranê IRIB'ê îro weşandin, di bombebarana 28'ê Sibatê de 120 jê zarok bi giştî 155 mirine.
Navenda Nûçeyan – Bîlançoya êrîşa li ser dibistaneke li bajarê Mînaba li başûrê Îranê, hate nûkirin. Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Îranê IRIB'ê îro weşand, di bombebarana 28'ê Sibatê de 120 jê zarok bi giştî 155 kes hatine qetilkirin.
Di daxuyaniya nû de hate gotin ku li gorî daneyên ku ji rayedarên dadgeriyê hatin wergirtin, ji 73 ji qurbaniyan xwendekarên mêr, 47 jê xwendekarên keç, 26 jê mamoste, 7 ji malbatên xwendekaran, ajokarek servîsa sibistanê û xebatkarekî dermangehê ya li klînîka nêzî dibistanê bûn.
Êrîş di roja destpêkê ya operasyonên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê de pêk hatibû û rêveberiya Tehranê jî weke bersivdanê êrîş biribû ser Îsraîlê û hedefên wan ên li herêmê.
Li aliyê din, AFP'ê piştrast kir ku avahiya dibistanê nêzî du nuqteyên Muxafizên Şoreşê yên Îranê bû, lê nekarî mercên êrîşê û hejmara qurbaniyan bi rengekî serbixwe piştrast bike.