Êrîşên li dijî parêzvanên mafên jinan zêde dibin
Li gorî rapora 2025'an a rêxistina civaka sivîl CIVICUS'ê, herî zêde parêzvanên mafên mirovan û yên jinan (WHRD) bûne hedefên sereke yên zext, girtin û tundiyê.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina civaka sivîl CIVICUS'ê rapora xwe ya 2025’an parve kir û di raporê de hate diyarkirin ku beşeke girîng a nifûsa cîhanê li welatan lê ne, mafê azadiya fikrî, rêxistinî, kombûna aştiyane têne binpêkirin.
Li 88 welatan mirov ji azadiya sivîl a bingehîn bêpar tên hiştin
Di raporê de hate ragihandin ku li 83 welatan mirov ji azadiya sivîl a bingehîn bêpar hatine hiştin. Ev hejmar di sala 2020’an de 67 bû. Li gorî raporê ji sedî 13’ê nifûsa cîhanê di sala 2020’an de li wan welatên lê dimîne ku azadiya sivîl di asteke girîng de dihat parastin. Ev rêje îro daketiye ji sedî 7’an. Di nava binpêkirinên mafên mirovan de yên sala 2025'an hatin belgekirin, binçavkirinên kêfî yên parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û aktivîstên şermezarkirinê hebûn. Herî zêde jî parêzvanên mafên jinan bûn hedef.
Parêzvanên mafên jinan dibin hedef
Di raporê de hate îfadekirin ku parêzvanên mafên mirovan û yên jinan ne tenê ji ber karê xwe her wiha ji ber nasnameya xwe ya zayendî ya civakî rastî êrîş û cûdakariyê hatin. Di serî de rojnamevanên jin gelek aktîvîstên jin li ser înternetê bûn hedefa kampanyayên gefxwarin, destdirejî û têkbirina îmajê. Hate ragihandin ku pêwendiya vê yekê bi bilindbûna populîzm, olperestî û rêveberiyên otorîter re heye.
Di raporê hate destnîşankirin ku torên li dijî karên edaleta zayendiya civakî û mafên jinan xurttir bûne. Hate gotin ku ev torên ku ji aliyê siyasetmedarên populîst û komên olî yên fûndamentalîst ve têne birêvebirin, mafên jinan weke ‘gefek li ser nirxên kevneşop û ewlehiya neteweyî, zarok û malbatan’ dibînin û kampanyayên dezenformasyonê dimeşînin.
Gelek aktîvîstên jin bi kêfî hatine girtin
Di raporê de binpêkirinên giran ên ku parêzvanên mafên mirovan ên jin rast tên, hate belgekirin. Di raporê de hate ragihandin ku li Îranê Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Muradî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî gelek caran hatiye girtin. Hate ragihandin ku li Hong Kong, Belarus, Meksîka û Misrê gelek aktîvîstên jin bi kêfî hatine girtin.
Nivîskara raporê Reylynne Dela Paz anî ziman ku binpêkirin û zext bi rêk û pêk têne kirin û destnîşan kir ku jin û zarokên keç di têkoşîna aştî û edaletê de xwedî roleke jiyanî ye.