Êrîşên li dijî parêzeran hate şermezarkirin

Parêzerên OHD û ÇHD’ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina parêzeran dan û gotin: “Endama OHD û hevpîşeya me Gulhan Kaya ku hatî girtin û hemû hevpîşeyên me emê bi têkoşînê bigihînin azadiyê.”

Îzmir- Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê têkildarî binçavkirin û girtina parêzeran, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Parêzerên girtî rûmeta me ne’ hate vekirin û dirûşma ‘Parastin bêdeng nema dê bêdeng nemîne’ hate berzkirin.

‘Girtina Gulhan mînaka herî dawî ya êrîşane’

Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê OHD’ê Îmdat Ataş ve hate xwendin. Diyarkir ku endama OHD’ê Gulhan Kaya di 12’ê Hezîranê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û wiha hate gotin:

“Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan li ser malên parêzer Taylan Savran û rêveberê Navneda Giştî ya OHD Sezîn Uçar girtibû û parêzer Taylan Sezgin hatibû binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 14’ê Hezîranê de parêzer Kader Tonç ji bo îfadê çûbû dozgeriyê û îfade ji aliyê dozger ve hatibû girtin û der barê wê de kar û barên binçavkirinê hat destpêkirin. Piştre der barê van herdû hevpîşeyên me û hevalên me de bi bîryara kontrola edlî hatin berdan. Weke tê zanîn beriya demekê li Amedê li beramberî gelek rêveber û endmên OHD’ê bi heman awayî hatin binçavkirin, hinek havalên me ên parêzer jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin.”

‘Heta têkoşînek bi rêxistinkirî neyê meşandin wê girtin dom bike’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Parêzerên tên binçavkirin û girtin, parêzerên gelê bindest in. Ji ber ku miwekîlên xwe diparêzin lewma rastî van zextan tên. Di dema binçavkirinê de qanûnên divê pêk bînin, tên binpêkirin. Em rastî sepanên biçûkxistinê yên weke bisînorkirina dosyayê, nepeniya dosyayê, mînakên xwîn û mûyê serî tên. Ev zext, li dijî xebatên pîşeya parêzertiyê tên kirin. Em dibînin ku çûna me ya girtîgehê, serdana miwekîlan û hwd. weke suc hatine qebûlkirin. Ev êriş, ji zextên faşîst ên li tevahiya civakên tên kirin ne cudane. Ger  em têkoşîneke yekbûyî nemeşînin, dê ev zext û êriş jî bidomin. Ev kes bizanin ku ew çi bikin jî em ê li ber xwe bidin. Em ê teslîmî tarîtiya faşîst nebin. Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî van zextan piştevaniyê bikin. Divê hempîşeyên me tavilê bên berdan.”