'Êrişên li dijî jinan polîtîk û plankirî ne'

Rojnamevan Mehtap Orak behsa êrişên li dijî rojnamevan û jinan kir û got ku desthilatdarî xwe li ser înkar û tunekirina jinan ava dikin lewre jinan hedef digrin û got ku êriş bi awayê polîtîk û plankirî pêk tên.

HESNA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Êrişên ji bo dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di 23'ê Tebaxê de li navçeya Seyidsadiqa bajarê Silêmanî, yê başûrê Kurdistanê wesayîda rojnamevanan hat hedefgirtin û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Ev ne yekem car e ku bi êrişên dagirkeriyê rojnamevan tên hedefgirtin. Ên ku dibin deng û zimanê gelê bindest û rastiya êrişkeran radighînin her dem tên hedefgirtin. 

Rojnamevan Mehtap Orak êrişa li ser rojnamegerên jin nirxand û destnîşan kir ku li dijî êrişan têkoşînekê xurt û hevpar pêwist e.

'Desthilatdarî xwe li ser înkarkirina jinan ava dike'

Mehtap Orak rojnamevanên ku hatin hedefgirtin bi bîr anî û got: "Em di kesayeta rojnamevan Gulistan û Hêro de hemû pakrewanan bi bîr tînin û êrişên ku jinan hedef digrin şermezar dikin. Sîstemên baviksalar û dewletparêz li ser bingeha înkarkirina rola jinan di civakê de xwe bi pêş dixin lewre destpêkê jinan hedef digrin. Ev sîstem qetilkirin û destdirêjiya li ser jinan ji xwe re rewa dibînin. Em sedsala 21'ê weke sedala azadiya jinan pênase dikin. Ji ber ku jin bi bîrdoziyek azad û demokrat têkoşîna xwe didomînin. Di têkoşîna azadiya Kurd de em têkoşîna xwe di asta şoreşgerî de didin meşandin."

'Jinên ku dibin dengê gel tên hedefgirtin'

Mehtap Orak bal kişand ser sedemên hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd û rojnamevanên jin û wiha pêl da gotinên xwe: "Êrişên li ser Kurdan û jinan polîtîk, siyasî û plankirî ne. Qetilkirin û destdirêjiya li ser jinan polîtîk e û dema mijar dibe Kurd, ev êriş dijwartir dibin. Ji ber ku Kurd li dijî desthilatdariyê banga aştî û demokrasiyê dikin û heqîqeta sîstemên desthilatdar eşkere dikin. Hedefgirtina rojnamevanan tenê di nava Kurdan de heye ji ber ku dibin dengê civaka xwe. Di dîroka nêz de di êrişên DAIŞ'ê û dagirkeriya dewleta Tirk de li ser Şengalê û herêmên Kurdistanê, rojnamevanên jin Nûjiyan Erhan û Denîz Firat bûn hedefa van êrişan. Îro jî rojnamevan Gulistan û Hêro li başûrê Kuridstanê bûn armanca van êrişan. Ev êriş û hedefgirtina rojnamevanan bi hevkariya PDK'ê ya ji dewleta Tirk re pêk hat. Weke netew û gel em di nava têkoşînê de ne. Tevlibûna jinan ji pergala demokratîk re zêde û li pêş e lewre ev dibe sedem ku jin bên hedefgirtin. Bi taybetî li rojavayê Kurdistanê şoreşa heyî bi şoreşa jinan tê nasîn. Ev jî dibe sedema herî mezin a êrişa dagirkeran li dijî jinan. Ligel vê rojnamevanên jin zêdetir bi pênûs û kamerayên xwe behsa heqîqet û rastiyê dikin û êşa civakê pênase dikin loma jî dibin hedef."

'Li dijî kiryarên li ser jinan têkoşîn pêwîst e'

Mehtap Orak di dawiyê e banga xwedîderketin li keda pakrewanan û girîngiya şopandina riya wan kir û wiha got: "Li hemberî êrişên ku li herêmên Kurdistanê têm kirin, li Îranê dayîna cezayê darvekirinê li Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî. Li bakurê Kurdistanê rojane rojnamevan tên binçavkirin û herî dawî jî hedefgirtina her du rojnemevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn. Ji ber van hemûyan divê asta têkoşînê xurtir bine. Bersiva me ji van êrişan re berdewamiya xeta têkoşeran û rakirina pênûsên wan e. Li cihê her pakrewanek divê bi dehan kes bi cih bibin. Divê ku bi xurtî asta xebatên xwe di aliyê civakî, siyasî û rojnamegeriyê de bidomînin. Ji bo ku xwedî li mîrasa pakrewanên xwe derkevin."