“Êrîşên dewleta Tirk zindikirina xeyalên dewleta Osmaniyane”
Nermîn Osman Mehemed da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan xeyalên xwe yên dewleta Osmanî pêk bîne.
TEWAR PÊNCEWÎN
Silêmanî - Dewleta Tirk di 23’ê Nisanê de dest bi dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir, li gel vê yekê jî daristanê herêma Kurdistanê dibirin û derbazî Tirkiyê dikin. Ev rewş ji aliyê gelê Başûr ve rastî nerazibûnên tê. Di derbarê vê mijarê de rewşenbîr Nermîn Osman Mehemed ji ajansa me re axivî.
Rewşenbîr Nermîn Osman Mehemed di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de wiha dibêje: “Divê her kesê Kurd li beramberî vê dagirkeriyê dengê xwe derbixe û bêje na ji dagirkeriya dewleta Tirk re. Ev êrîşane jî bi aqlê dewleta Tirk û ne pejirandina netewa Kurde. Dixwazin bi her awayekê êrîşî Kurdan û xaka kurdistanê bikin. Mesele ne meselya aliyekê ye eve nişeneya aqlê dewleta Tirk a li bermaberî ne pejirandina netewa Kurde.”
“Dema em bibin yek emê karin dewleta Tirk derbixin”
Nermînê bal kişand li ser xeyalên dewleta Tirk ya nujenkirina dewleta Osmaniyane û wiha dom kir: “Ev delwete tu caran têr nabe ji ber wê bi hêceta hebûna PKK’ê tê nava welatê me. Ji ber bi xwe dizane hinek nakokî di nava partiyên siyasî û hikumeta herêmê de heye dewleta Tirk vê yekê bi kar tîne ji bo bikare dijminiya me bike û were nav xaka me. Mixabin di vê demê de helwesta gel, desthilat, siyasetmedar, rewşenbîr a li bermaberî vê dagirkeriya delweta Tirk kêm ma. Li vê derê ez bang dikim ev êrîş û dagirkeriya niha xwen û xiyalên delweta Tirk a nujenkirina dewleta Osmaniye. Dema em bibin yek û bi yek dengî em dengê xwe bilind bikin ji zarokan bigre heta mizinan û desthilatdaran û ya herî giring ewê ku dibêje ez rewşenbirim divê bêje na ji bo dagirkeriya dewleta Tirk, bila Tirkiye ji xaka me derbikeve.”