Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Minbicê û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, didomin.

Navenda Nûçeyan – Ji dûh ve êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Minbic û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Sûriye didomin. Êrişên li dijî gundên derdora Minbicê, hatin têkbirin.

Li Minbicê du welatî birîndar bûn

Ji dûh ve êrişên dijwar ên li Minbicê ku ji  sê eniyan ve diqewimin hatin şikandin. Hêjmarek mezin kuştî û birîndarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker hene. Di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a li dijî Kantona Minbicê de 2 welatî birîndar bûn. Li gor agahiyan, di encama topbarana çeteyên girêdayî dewleta Tirk a li dijî gundê Cib Mexzom de, welatiya bi navê Fetome El Mihemed (23) û li gundê Ceblet El Hemra welatiyê bi navê Berekat Ebduselam (48) birîndar bûn.

Şervanan bersiv dan û pevçûn derket

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên El Cat, El Diric û El Toxar ên li bakurê Minbicê topbaran dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî derdora gundê Erîma yê Kantona Minbicê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Eniya El Ekrad bersiva êrişan dan û şer derket. Li derdora gund şer û pevçûn rû didin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişan daxuyanî da, ragihand ku li 3 eniyên bajêr şerekî giran diqewime û got: “Em ê bi gelê Minbicê re mil bi mil van êrişan têk bibin.”

Til Temir

Droneke bi çek  a dewleta Tirk, gundê Heno yê li bakurê rojavayê bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê bombebaran kir. Agahiyên zêdetir, nehatine girtin.

Kantona Cizirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Mihermele yê rojavayê bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê topbaran kir. Nayê zanîn ka di encama êrişan de çi bûye.

Tebqa

Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundewarên herêma Meskene ya li ser rêya Tebqa û Helebê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Helebê bersîva tund dan êrişan. Li ser bersîvdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, pevçûnên dijwar derketin û êriş hat şikandin.