Êrişên dewleta Tirk li Qamişlo û Hesekê hat şermezarkirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan- Dewleta tirk ji 23’yê Kanûnê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî êrîş şermezar kirin, li Hesekê jî ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve daxuyanî hat dayîn

‘Dewleta tirk sûc li dijî mirovahiyê dike’

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Sema Begdaş wiha axivî: “Îro di Rojavayê Kurdistanê de di pêşengiya gelê Kurd, Ereb, Suryan de xeta berxwedan û têkoşînê berdewam dike. Di dîrokê de heta niha tu carî me teslîmkarî nepejirand îro gelê Rojavayê Kurdistanê bi wê vînê têkoşîna xwe didomîne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro dîroka berxwedana gelan dinivîsîne. Dewleta Tirk sûcên binpêkirinê li dijî gelê herêmê dike.”

‘Kurd bi berxwedana xwe tên naskirin’

Sema Begtaş desnîşan kir ku gelê Kurd çi dibe bila bibe dê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe bidomîne û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk di hemû aliyên xwe yên mîna siyasî, leşkerî û dîplomasî de têk diçe di milê aborî de krîzên mezin dijî. Em xwediyên vî gelî ne tu carî ev êrîşên heyî, kirinên şerê taybet hemû şêwazên ku li ser vî gelî tên meşandin nikarin îradeya gel bişkînin. Ji ber ku em xwedî fikr in xwedî felsefe ne planên wan vala derdikevin. Em îro dibînin li seranserê cîhanê Kurd bi berxwedaniya xwe tên naskirin.”    

Hesekê

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşan şermezar kir, daxuyanî li ber çerxeriya Sînalko ya Hesekê ji aliyê endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Hesekê Sîmav Ebdî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wihahat gotin:

Di nava êrîşan de gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn, di nav wan kesan de kedkarê hunera azad û sînemager ku li ser çanda berxwedêr mezin bibû mamoste Mensûr Kerîmiyan jî şehîd bû. Em ê weke xeta çand, huner û wêjeya şogerşeger li ser şopa şehîdên xwe bimeşîne û li ber xwe bidin. Em bang li tevahî hunermend, nivîskar, rewşenbîr û her kesên azadîxwaz dikin ku di van rojên dîrokî de piştevaniya gel û gerîlayên azad bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin."