‘Êrişên dewleta Tirk dibe sedemê vegera DAIŞ’ê’

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên mirovî û sivîl ên Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bi tundî êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de Rêxistinan hişyarî da ku ev êriş metirsiya vegera çeteyên DAIŞ’ê zêde dikin.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz pêşkêşî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:

* Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên Kurdan.

* Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bê şert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.

* Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.

* Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.

* Çareserkirina doza Kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.

* Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.