Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê didome

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê çend hevte ne bênavber didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, li NY’ê bang kir ku jinên ducanî û zarokan rizgar bikin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê dest pê kirine didomin. Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî beşên navîn û başûrê Zîvala Xezayê de herî kêm 31 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer, balafirên bêmirov û topan li herêmên curbecur ên Zîvala Xezayê ku dagirkeriya xwe ya bejahî didomîne, berdewam kir. Di êrîşa hewayî ya li ser 3 malên li bajarê Deyr el-Belah a beşa navîn a Xezayê de piraniya wan jin û zarok 22 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Di encama hedefgirtina Îsraîlê ya bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê de 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di êrîşên li dijî Wargeha Penaberan a Nusayratê didomîn de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi obusan Kampa Penaberan a Megazî ya li navenda Xezayê jî hat hedefgirtin. Keştiyên şer jî bi dijwarî Deyr el-Belah bombebaran kirin.

'Ji sedî 70 kesên hatin qetilkirin jin û zarok in'

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref Kudra, duh di civîneke çapemeniyê de der barê êrîşên 87 roj in berdewam dikin de agahiyan da. Eşref Kudra diyar kir ku 87 roj in êrîşan dest pê kirine û heta niha 21 hezar û 978 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 57 hezar û 697 Filistînî jî birîndar bûne. Eşref Kudra, da zanîn ku ji sedî 70 kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in û diyar kir ku 326 personelên tenduristiyê hatine qetilkirin û 104 ambulansên ku zirarê dîtine jî ji xizmetê derketine.

'30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin'

Eşref Kudra, destnîşan kir ku Îsraîlê 150 saziyên tenduristiyê yên li Zîvala Xezayê hedef girtiye û ji ber êrîşên rasterast 30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine û diyar kir ku hewl didin nexweşxaneyên li bakurê Xezayê ji nû ve bixin xizmetê. Eşref Kudra, diyar kir ku Îsraîlê bi taybetî mûdirê nexweşxaneyê 99 kesên ji kadroyên tenduristiyê di şert û mercên dijmirovî, sermaya giran, birçî û tîbûnê de dihêle û di bin îşkence û lêpirsînan de digre û ji saziyên NY’ê daxwaz kir ku ji bo parastina pergala tenduristiyê û tîmên li bajêr gav biavejê.

Ji bo rizgarkirina jinên ducanî û zarokan banga mudaxaleya lezgîn!

Eşref Kudra, bal kişand ku 50 hezar jinên ducanî yên li navendên kesên ji Zîvala Xezayê ji cih û warên xwe bûne dimînin, ji ber pêkneanîna pêdiviyên bingehîn, bi kêmxwariniyê û pirsgirêkên tenduristiyê  re rûbirû ne. Eşref Kudra, diyar kir ku 900 hezar zarok li navendên stargehê dimînin bi sermaya dijwar, tîbûn, kêmxwariniyê, nexweşiyên çermî yên şewbê, nexweşiyên derûnî û travmayan re têdikoşîn û daxwaz ji sazî û rêxistinên navdewletî kir ku tîmên tibî û alîkariyên tibî yên pêwîst bişînin û nexweşxaneyên sahrayê ava bikin. Esref Kudra, li saziyên NY’ê ji bo rizgarkirina zarok û jinên ducanî banga mudaxeleya lezgîn kir û wiha got: “Milyonek û 900 hezar mirovên ji cih û warên xwe bûne pirsgirêka kêmasiya ava vexwarinê, paqijî, xwarin û dermanan di asta herî jor de dijîn, mirov di rewşeke perîşan de ne û bi xetereya birçîbûn û nexweşiya şewbê re rû bi rû ne.”

Eşref Kudra, amaje bi wê yek kir ku tenê ji bo tedawiya 645 birîndaran derketine derveyî welat bal kişand ser neçariya 5 hezar û 500 bûyerên lezgîn ji derveyî welat werin tedawîkirin û bang li saziyên navneteweyî û hemû derdoran kir ku der barê vê mijarê de mekanîzmayek bi bandor ava bikin. Eşref Kudra destpêkê Xaça Sor di nav de, ji saziyên NY’ê xwest ku bi taybetî kadroyên tibî li cihên ku hatine desteserkirin serdan bikin û ji bo serbestberdana wan zextê li Îsraîlê bikin.

Yekane nexweşxaneya ji bo penceşêrê jî naxebite

Yekane Nexweşxaneya ji bo nexweşiya penceşêrê ya bi navê nexweşxaneya biratî ya Tirkiye-Filistînê, ji ber êrîşên Îsraîlê û dorpêçê bê erk maye. Li gorî daxuyaniya rêveberê nexweşxaneyê Subhî Sukeyk diyar kir ku ji ber dorpêça Îsraîlê li nexweşxaneyê dermanên ku ji bo nexweşên penceşêrê dihatin bikaranîn xilas bûne.

Ji Kubayê li dijî qirkirinê bang hat kirin

Serokê dewleta Kubayê Miguel Diaz Canel dîmenên sivîlên Filistînê yên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir û di parvekirina xwe de ev tişt anî ziman:

“Divê demildest cîhan li dijî qirkirinê bikeve nave tevgerê. Tundiya ku li gelê Filistîn tê kirin encax mirov dikare bi tişên ku Naziyan bi serê Yahudiyê li IIGM anîne qiyas bike.”

Der barê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de doza îhmalê hat vekirin

Li aliyê din li gorî nûçeya ku di çapemeniya Îsraîlê de derket; Tugaya Îzzeddîn El-Kassam a girêdayî Hamasê di 7’ê Cotmehê de di serdegirtina Festîvala Muzîkê ya Nova de der barê 42 kesên ku li qadê bi hinceta di bûyerê de îhmal heye, artêşa Îsraîlê, Servîsa Îstîxbarata navxweyî Şin-Bet (Şabak) û der barê polîsên Îsraîlê de doza 200 milyon Şikel (nêzî 55 milyon dolar) vekir.

Di dosyaya dozê de hat diyarkirin ku ji derveyî ‘Bi lêgerîna telefonê’ pêşîlêgirtina serdegirtin, di dema çalakiyê de di mijara mudaxelekirina bûyerê de ‘îhmalek mezin’ çêbûye. Di daxuyaniya ku ji aliyê parêzerên dozdaran ve hat dayîn de bi gotinên; ‘Di nava vê pêvajoyê de felaket di çend xalan de dikare were astengkirin’ Ragihandina Îsraîlê bal kişand ku der barê bûyerên 7’Cotmehê‘der barê hêzên ewlehiya Îsraîle de yekem doze ku hatiye vekirin e.