Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 432’an de ye

Di êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve ji aliyê Îsraîlê ve li ser Zîvala Xezayê hat kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 44 hezar û 805’an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 257’an.

Navenda Nûçeyan- Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê hejmara êrîşan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawîn de ji ber "du qetlîamên" ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xezayê pêk anî de  19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 69 kes jî birîndar bûne.

Di 15 rojên dawî de di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 556 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 511 kes jî birîndar bûn. Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên li ser Zîvala Xezayê  de jiyana xwe ji dest dan derket 44 hezar û 805’an, hejmara birîndaran jî 106 hezar û 257’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hîna bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne, û nexweşxane û saziyên perwerdehiyê yên ku mirov lê xwe sipartine hatine hilweşandin.