Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê 34 roj in bênavber didomin

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê 24 roj in berdewam dike û krîza însanî her ku diçe zêdetir dibe. Nexweşxaneyên li herêmê êdî nikarin bixebitin û bi hezaran kes li cihekî ewle digerin.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê mehek li pêy xwe hişt, di tabloya heremê de bilanço her deqa ku derbas dibe girantir dibe.

10 hezar û 569 kes hatine qetilkirin

Wazareta tendirustiyê a Xezayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 10 hezar û 569’an derbas kiriye. Li Xezayê 4 hezar û 324 ji wan zarok, 2 hezar û 823 jin û 649 ji wan pîr bi giştî 10 hezar û 569 kes hatine qetilkirin. Her wiha di êrîşan de 26 hezar û 475 kes jî bîrîndar bûne. Di êrişa ji 7’ê Cotmehê vir ve 18’ê nexweşxane, 40 cihê tendirûstiyê derveyî xizmetê mane; di pevçûnan de 193 xebatkarên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dane. Li aliyek din li gel qeyrana mirovî a ku tê jiyîn hejmara windahiyan zêde dibe. 350 hezar jê zarok herî kêm derbarê 2 hezar û 550 kesan de îxbara wendayan çêbûye. Banga avakirina korîdora mirovî ya ewle ji bo ketina malzemeyên tenduristiyê, sotemenî û personelên tenduristiyê û derketina bi hezaran birîndaran tê dubarekirin.

Netanyahu: Heta ku rehîne neyên azadkirin agirbest çênabe

Hat îdiakirin ku di navbera Îsraîl û Hamasê de der barê serbestberdana 12 rehîneyan de muzakere hene. Di nav îdiayan de jî hat xwestin ku beriya ku dîl bên berdan 3 roj rawestineke însanî hatiye kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu der barê nûçeyê de axivî û got, "Ez dixwazim dawî li gotegotên derew ên ku em ji her derê dibihîzin bînin: Heta ku dîl neyên berdan agirbest çênabe."

Bi hezaran mirov li cihekî ewle digerin

Di dema ku şer û pevçûn li bakurê Xezayê berdewam dikin, bi hezaran kesên aware hewl didin bi peyatî bi rêya kolana Selahedîn xwe bigihînin deverên ewle ber bi başûrê Geliyê Xezayê. Piştî ku artêşa Îsraîlê got ku ew gihiştiye navenda Xezayê, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku duh 15 hezar kes ji Xezayê reviyane. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Xezayê hêj nêzî 600 hezar kes hene û "bi sed hezaran Filistîniyên ku ji ber operasyonên leşkerî hatine îzolekirin bi kêşeyên bêhempa re rû bi rû ne".

Êdî ti sobe naxebite

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku li bakurê Zîvala Xezayê ji ber kêmbûna av, ard û sotemeniyê ti firneyên nan naxebitin. Tekane kargeha li herêmê jî ji ber nebûna sotemeniyê xebatên xwe rawestand. Di hefteya dawî de ava vexwarinê û xwarin li herêmê nehat belavkirin. Qelebalixiya li tesîsên Neteweyên Yekbûyî yên li Xezayê jî xemgîniyek mezin e. Duh jî artêşa Îsraîlê bo yekem car ragihandibû ku di şer û pevçûnan de 4 saetan rawestana mirovî heye da ku rûniştvanên sê deverên mezin ên navenda bajarê Xezayê av û xwarinê wergirin. Di derbarê Xezayê de ev gava yekem a Îsraîlê bû. Lêbelê, dema ku pevçûn li heşt eniyên cuda yên herêmê berdewam dikin, dorpêça li derdora Xezayê her ku diçe tundtir dibe.  

Li Nexweşxaneya Qudsê operasyon hatin rawestandin

Ji aliyê din ve Heyva Sor a Filistînê ragihand ku dibe ku sotemeniya Nexweşxaneya El-Quds a li Xezayê biqede û ji ber vê yekê "diviyabû piraniya xebatên xwe rawestîne." Hat parvekirin ku jeneratora sereke ya nexweşxaneyê, xizmeta emeliyatê, beşa MRI û wênekêşiya bijîjkî û "tesîseya hilberîna oksîjenê" hatin girtin. Bomberdûmaneke dijwar li derdora nexweşxaneya ku 14 hezar sivîl di nava nexweş û karmendan de cih girtine pêk hat.

Nêzî 20 nexweşxaneyên li navend û bakurê Zîvala Xezayê bêxebitîn. Hat ragihandin ku jeneratorên Nexweşxaneya Endonezyayê dê di nava 24 saetan de sotemenî biqede. Hat destnîşankirin ku bi saya xebatên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê malzemeyên tenduristiyê yên lezgîn û derman gihandin Nexweşxaneya El-Şîfa ya Xezayê. Ji destpêka pevçûna di navbera Îsraîl û Hamasê de, ev cara duyemîn e. Lê belê hat diyarkirin ku malzemeyên hatine teslîmkirin ne têrker in.