Êrişên Îsraîlê yên dijî Xezayê di roja 125’emîn de didomin

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku ji ber 340 xebatkarên tenduristiyê û 124 rojnamevan hatin hedefgirtin, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji 7ê Cotmehê vir ve bênavber didomin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra, di roja 125’emîn a êrîşan de bîlançoya dawî eşkere kir. Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawiyê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmar bûye 27 hezar û 840. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişên dawî de 170 kesên din jî birîndar bûne û hejmara giştî ya birîndaran bûye 67 hezar û 317 kes.

Eşref El-Qudra, diyar kir ku heta niha jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka riyan hene lê ji ber astengî û êrîşên hêzên Îsraîlê, ekîbên tenduristiyê û karkerên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin wan cenazeyan.

340 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din, bi banga Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê xebatkarên tenduristiyê, li bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev civiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan. Wezîra Tenduristiyê ya Filistînê Mey el-Keyle di daxuyaniya xwe da wiha got: "Îsraîlê di êrîşên xwe yên li Xezayê de 340 bijîşk û xebatkarên tenduristiyê qetil kir, 900 kes birîndar kir û 100 xebatkarên tenduristiyê jî binav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xebatkarên tenduristiyê rastî binpêkirinên giran ên mafan tên û banga parastina kedkarên tenduristiyê hat kirin.

Hejmara rojnamevanên hatin qetilkirin bû 124

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Medya ya Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku rojnamevan Nafîz Abdulcevvad ê ku di Televîzyona Filistînê de dixebite, di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser mala wê ya li Deyr el-Belahê de jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmeha destpêka êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 124.