Êrîşên Îsrailê mehek li pêy xwe hişt

Êrîşên Îsrailê ya li dijî Xezayê mehek li pey xwe hişt. Hêjmara Filistiniyên ku di êrîşên mehekê de jiyana xwe ji dest dane 10 hezar derbas kir. Hate eşkere kirin ku ji sedî 70’ê kesên ku li Zivala Xezayê jiyan dikirin ji cihê xwe bûne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrailê ya li dijî Xezayê ku di 7’ê Cotmehê de destpêkir mehek li pey xwe hişt. Di êrîşên mehekê de 4 hezar û 104 zarok, 2 hezar û 641 jin jî di navde 10 hezar û 22 Filistinî jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 25 hezar kes birindar bûn. Êrîşên Îsrailê ên ku sivîl û cihên bicihbûnê dikin hedef bê navber berdewam dike.

Derdorê nexweşxane û kampên koçberên hate bombebarankirin

Li gora nûçeya ajansa fermî a Filsitinê WEFA; Balafirên Îsrail mala malbata el-Hamayde ya li kampa koçberan a Şabbura ya li bajarê Rafah kir hedef, di encamê de yek jê jin 5 kes hat qetilkirin. Li Bakûrê Zivala Xezayê di encama bombebarana Îsrailê de yek kesê jiyana ji xwe destda û gelek kes jî birindar bûn.

Balafirên şer û yekineyên topavêt, derdora nexweşxaneya Qudus ya li herêma Tel-El-Heva ya Zivala Xeza, kampa koçberan a Şati û el-Megazî, taxa Zeyton û herêma Beyt Hanun û gelek cihên din bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de gelek kes mirin û birindar bûne.

Banga alîkariya bingehîn

Xaça Sor a Filistinê ragihand ku balafirên şer ên Îsrailê, li derdora nexweşxaneya  Qudusê du fuze avêtine. Bang li saziyên alîkariyê kirin ku divê demildest alîkariya pêwîstiyên bingehîn bigihe herêmên Bakûr û Xeza. Li aliyê din çavkaniyên nexweşxaneyê eşkere kir ku li nexweşxaneya Qudusê, 48 saet, li nexweşxaneya Avde 30 saet, li nexweşxaneya Endonezya 24 saet sotemenî maye. Da zanîn ku li nexweşxaneya Endenozya nîha hinek beş ji derveyî xizmetê hatine hiştin.

Ji sedan 70’ê ên ku li Zivila Xeza jiyan dikirin ji cihê xwe bûne

Serokê Ofisa ragihandina hikumetê ya li Xeza Selame Maruf destnîşan kir ku ji sedî 70’ê ên ku li Zivila Xezayê jiyan dikirin ji cihê xwebûne. Sekame Meruf ku di daxuyaniya çapemeniyê de axivî da zanîn ku nêzî ji sedî 2’ê gel di şêweyî mirin û birindarbûnê de rastî êrîşên Îsrailê hatine û wiha got: “ 

 “Ji dema ku êrîşên Îsrailê destpêkir heta niha nexweşxaneyên li Xeza serê 1 deqeyê birindarek û di 1 saetê de 15 kes dimirin. Navbera vana 6 jê zarok û 5 jin jî di navde her serê saetekê diçin nexweşxaneyê. 30 ton teqemenî avêtin Xeza. Serê her kilometreyekê dibe 82 ton  teqemenî.”

‘Nîvê nexweşxaneyan derveyî xizmetê ne’ Selame Maruf, balkişand ku nîvê nexweşxaneyan û ji sedî 62’ê navendên alîkariyên ewil ên li bajêr derveyî xizmetê mane û diyar kir ku xebatên xwe dane sekînandin û diyar kir ku ji sedî 33’ê dibistanên bajêr ji ber êrîşan xîsar dîtine, nêzî sedî 9’ê wan bê xizmetê mane, ji sedî 14’ê mizgeftan jî xisar dîtine û sedî 5’ê wan jî bi temamî hilweşiyan e.

NY: Nirxên bingehîn ên mirovahî binpêdike

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirinek kir. Martîn Grîffîths diyar kir li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 10 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dane û got: "Ev yek nirxên bingehîn ên mirovahiyê binpêdike.” 

 ILO: Îstîhdama ji sedî 60 zêdetir tune bû

Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek der barê êrîşên dijwar ên Îsraîlê ya li ser Xezayê û bandora wê ya li ser bazara kar û debara jiyana li herêmên Filistînê yên dagirkirî weşand. Di raporê de wiha hat gotin:”Ji destpêka şer û vir ve li Zivala Xezayê herî kêm ji sedî 61 îstîhdam ango 182 hezar kar winda bûne. Tê payîn ku bandora pêvçûnê li rojavayê Şerîa belav bibe. Di heman wextê de ji sedî 24’ê îstîhdama li Şerîa Rojava (208 hezar kar) ji dest çû

‘Dê salên dirêj ev teyîsandin bandora xwe bike’

Di raporê de hat diyarkirin ku ji windakirina nêzî 390 hezar kar li Xezayê û Şerîa Rojava, tê wateya bi rojane 16 milyon dolar xisareke dahata kedê ye û hat destnîşankirin ku ger operasyonên leşkerî li Xezayê zêde bibin û qeyrana mirovî ya li herêmê berdevam bikin, tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.

Rêvebera Herêmî ya Welatên Ereb a ILO'yê Ruba Jaradat ku nêrînên wê di raporê de cih girt û diyar kir ku krîza mirovî ya li Xezayê bandoreke cidî li ser bazara kar, derfetên kar û debara jiyanê li herêmê û tevahiya xaka Filistînê dike û ev nirxandin kir:

“Nirxandina me ya destpêkê encamên krîza trajîk a heyî ya li ser bazara kar a Filistînê encamên pir bi fikar derxist hole. Di vê encamê de ger pevçûn berdevam bike rewş wê hîn xerabtir bibe. Pevçûn dibe sedema krîzeke mirovî ya mezin di warê windakirina jiyanê û pêdiviyên bingehîn ên mirovî de. Her wiha ev pevçûn temsîliyeta qeyraneke civakî û aborî nîşan dide ku zirareke mezin dide kar û karsazan û dê encamên wê jî salên dirêj bandora xwe bike.”

Ruba Jaradat diyar kir ku ew bi hikûmet, karker, şirîkên karsaz, rêxistinên din ên Neteweyên Yekbûyî û aktorên însanî re dixebitin ku alîkariya lezgîn bidin karker û karsazên mexdûr, Ruba Jaradat destnîşan kir ku ew ê ji bo rizgarkirina karker û karsazan piştgiriyê bidin Filistîniyan.