Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin
Îsraîlê tevî agirbesta ku di 9’ê Cotmehê de hat îlankirin jî, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne.
					Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê, tevî agirbesta di 9’ê Cotmehê de hatiye îlankirin jî didome.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên Îsraîlê li dijî rojhilatê Xezayê êrîşek hewayî pêk aniye. Di êrîşên Îsraîlê yên ji 9’ê Cotmehê heta niha de, nêzî 236 Filistînî mirine.  
Di heman demê de hate diyarkirin ku ciwanê bi navê Cemîl Atef Hananî yê 17 salî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye qetilkirin. Di heman demê de nûçeya ku ‘Îsraîlê Filistîniyek navê wî nehatî tesbîtkirin qetil kiriye’ di çapemeniyê de cih girt.
Cenaze tên teslîmkirin
Di xebatên lêgerînê ku bi hevkariya Hamas û Komîteya Xaça Sor a Navenetewî (ICRC) tê meşandin de, hate ragihandin ku cenazeyê sê Îsraîliyên di êrîşên Îsraîlê de mirine radestî Îsraîlê kirine, hê 8 cenazeyên ku dê bên radestkirin jî mane. Îsraîlê berê jî diyar kiribû ku ji bo gihîştina qonaxa duyem a agirbestê, divê hemû cenaze bên radestkirin.
Hêzên Îsraîlê tevî agirbestê serdegirtinên li Xeza û Şerîaya Rojava didomînin. Hate destnîşankirin ku hejmarek zêde Filistînî hatine binçavkirin. Ajansa Nûçeyan a Netewî ya Lûbnanê, ragihand ku balefirek bê mirov a Îsraîl sê fuze avêtiya xaçerêya Zefta-Nmeiriya ya li herêma Nebatiya ya başûrê welat.
Civîna Xezayê
Tirkiye li Stenbolê, malüvaniyê civînek di asta wezîrên karê derve de ya mijara wê Xeza ye dike. Tirkiye, Emîrtiyên Yekîtiya Ereban, Endonezya, Qetar, Pakistan, Erebistana Siudî û Urdun beşdarî civînê dibin. Di civînê de pêkanîna agirbestê û rewşa mirovî ya li Xeza tên nirxandin.
Di êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Xezayê dayî destpêkirin de herî kêm 68 hezar û 858 kes mirin, 170 hezar û 664 kes jî birîndar bûne.