Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 25 hezar û 900’î. Wezareta Tendirustiyê bal kişand ku Îsraîl li hemberî kesên li navendên xwespartinê li benda alîkariyê ne sucên komkujiyan dike.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7ê Cotmehê û vir ve bi hedefgirtina nexweşxane û saziyên perwerdeyê yên ku sivîl lê bi cih bûne berdewam dike. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di nav 24 saetan de di 21 komkujiyên ku Îsraîlê pêk anîn de 200 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 370 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji 7’ê Cotmehê vir ve hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 25 hezar û 900’î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 64 hezar û 110’an.

‘Li navendên xwespartinê sûcên komkujiyê pêk anî’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê li navendên parastinê yên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ku îdia dike bi ewle ye sûcên komkujiyê pêk aniye û her wiha nexweşxaneyên li Xan Yûnisê jî dorpêç kirine û tevgera ambûlansan hatiye astengkirin.

‘Li hemberî mirovên ku li benda alîkariyê ne komkujî pêk anî’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo parastina nexweşxaneyên li Xan Yûnisê, ji bo xebatên tîmên tenduristiyê û hêsankirina karê ambûlansan, bi Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) re têkilî danîne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qetlîama ku Îsraîl li dijî bi hezaran birçiyên ku li çerxeriya Kuweytê ya li Xezayê li benda alîkariya însanî ne û bûye sedema mirina 20 kesan û birîndarbûna 150 kesan û hat gotin ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Ji bo malzemeyên tibî û dermanan bang li saziyên navneteweyî hat kirin

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Xezayê alîkariyên tibî hê jî tên sînordarkirin û pêdiviyên bingehîn ên nexweşxaneyan pêk naynin û bang li saziyên navneteweyî jî hat kirin ku derman û malzemeyên tibî yên ku ji bo servîsên lezgîn, yekîneyên lênihêrînê, odeyên emeliyatê û kuvezan her wiha nexweşên penceşêrê û xwînê were peydakirin. Di daxuyaniyê de bang li Xaça Sor a Navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku nexweşxaneyan biparêzin, pêdiviyên wan ên derman, xwarin û sotemeniyê bi cih bînin û biçin serdana tîmên tenduristiyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin û zextê li wan bikin. Her wiha hat diyarkirin ku 7 hezar birîndar û nexweşên li Xezayê ji bo ku bijîn, divê li derve werin tedawîkirin.

Wezatera Tendirustiyê: Îsraîl komkujiyan dike

Berdevkê wezareta Tendirustiyê Eşref el-Kudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Dagirkeriya Îsraîlê bi topbarankirina Zivala Xezayê û bi birçîhiştinê û astengkirina dermankirinê komkujî pêk tîne.” Eşref el-Kudra di berdevamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîlê duh li çerxeriya Kuweytê ya li Xezayê li dijî bi hezaran mirovên birçî yên li benda alîkariya mirovî ne, komkujiyeke hovane pêk aniye û wiha got: "Îsraîla dagirker ji bo komkujiyên mezin pêk bîne, çeka birçîbûnê bi kar tîne."

ICRC: Em bi xetariya rawestandina malzemeyên tibî re rû bi rû ne

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî hat dayîn de wiha hat gotin: "Heya ku ji bo parastina lênihêrîna tenduristiyê tedbîrek lezgîn neyê girtin, Xeza bi xetereya girtina tevahî xizmetên tendirustiyê re rû bi rû ye." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Zivala Xezayê bi lezgînî ji bo rizgarkirina mirovan û ji bo xwegihandina dermankirinê divê  gavên şênber bên avêtin û hat destnîşankirin ku nexweşxaneya Nasir û Nexweşxaneya Ewropayê ya Xezayê yên li başûrê Zivala Xezayê dikarin xizmetê ji nêzî 2 milyon kesî re bikin lê di rewşa heyî de ev têr nake.

Di daxuyaniyê de bi gotinên; "Ji sedî 20'ê xaka Xezayê niha ji bo zêdetirî 1,5 milyon kesî spartgeh e" hat diyarkirin ku li başûrê Zivala Xezayê ku pevçûn lê zêde bûne gel di bin şert û mercên bêhêvî de dijîn. Di daxuyaniyê de teqezî hat kirin ku li gorî zagonên mirovî yên navneteweyî divê hemû aliyên şer bi temamî rêzê li binesaziya tendirustiyê bigirin û biparêzin. Aliyên şer û her kesê ku bandorê li ser wan dike, ji bo ewlekariya nexweşxane û kesên di wan de ne divê gavên lezgîn bên avêtin.