Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin

Topbarana Îsraîlê bi bejahî, hewayî û ji deryayî li ser Xezayê berdevam dike. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe, tê diyarkirin ku di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene. Kesên ku dijîn jî bi şewbê û birçîbûnê re tekoşîn dike.

Navenda Nûçeyan-Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdevam dike. Di êrîşên Îsraîlê de ji wan herî kêm 10 hezar zarok, 7 hezar jin bi giştî 23 hezar û 84 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya duh ku ji aliyê ofîsa girêdayî hikumeta Xezayê ve hat dayîn, der barê êrîşên Îsraîlê yên di bin sedema windahiya can û mal agahiyên nû hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşan de di nav de herî kêm 10 hezar zarok, 7 hezar jin bi giştî 23 hezar û 84 kesan hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane û nêzî 59 hezar kes jî birîndar in. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera kesên jiyana xwe ji dest dane 326 kes xebatkarên tendirustiyê ne, 45 kes personelên parastina sivîl in û 112 kes jî rojnameger in. Tê payîn ku 7 hezar kesên di dema êrîşan de di bin xirbeyan de mane cenazeyên wan hê nehatine dîtin û ji sedî 70 ji wan jin û zarok in. Di daxiyaniyê de hat diyarkirin ku di Îsraîlê heya aniha di nav de 99 bijîjk û xebatkarên tendirûstiyê, 10 rojnameger bi giştî 2 hezar û 600 kesan dîl girtiye.

400 hezar kesan bi nexweşiyê ketine

Hat diyarkirin ku di êrîşan de 295 saziyên perwerdeyê û 240 mizgeft qismî wêran bûne, 69 hezar xanî, 138 mizgeft, 134 avahiyên dewletê, 95 dibistan û zanîngeh bi temamî hatine rûxandin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 30 nexweşxane, 53 navendên tendirûstiyê dervî xizmetê maye, 121 ambulans di asta nebikaranînê de ye. Hat balkişandin ku li Xezayê 2 milyon Filistînî li sedan navendên penaberiyê di şert û mercên pir dijwar da dijîn û hemû jî hewcedariyên alîkarî û desteka lezgîn in. Ji 1,8 mîlyon Filistînî 400 hezar ji wan bi şewbê ketine

Merheleya nû

Artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku ew di êrîşan de gihîştine merheleya nû û hîn kêmtir” Berdevkê Artêşê Hagarî ji New York Times re axivî û got ku ew ê li ser kêmkirina hejmara leşkerên li Xezeyê bidomînin. Bombebarana Xezayê ji hewa, bejahî û behrê berdewam dike. Herî dawî êrîş li ser Xan Yûnisê pêk hat. Topek li baregeha Bijîjkên Sînornenas ket 4 kes birîndar bûn. Li bajarê Deyr el-Belah li hinek deveran fîşek ronîkirinê hat avêtin.

Hejmara rojnamegerên ku hatin qetilkirin bû 112

Li aliyekî din Îsraîl rojnamegerên ku dixwazin tiştên li Xezayê diqewimin ji cîhanê re ragihînin dike hedef. Rojnamegerên Filistînê Abdullah Beris û Muhammed Ebu Dayir di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji det dan. Ji roja ku êrîşan dest pê kiriye ve heya niha rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane hejmara wan gihîşt 112’an. Di daxuyaniya dawî ya Netewên Yekbûyî de bang hat kirin ku rojnameger bên parastin.

Stargeh hat lêdan

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) daxuyaniyek da û diyar kir ku li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê topek li stargehê ketiye û 4 kes birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê, îro danê sibê topek li dîwarê stargeha Xan Yûnisê ku xebatkarên saziyê û malbatên wan lê ne ket. Di êrîşan de zarokek 5 salî jî di nav de 4 kes birîndar bûne, xebatkarên MSF û malbata wan malen xwe cîhekî din barkirin. Hate diyarkirin ku MSF’ê beriya niha hêzên Îsraîlê agahdar kiribûn ku mal cihek stargeh e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beriya êrîşê tu talîmata valakirinê nehate girtin.

Dadgehkirina Îsraîlê dê were destpêkirin

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) li Laheyê wê di 11-12'ê Çileyê de sûcdariya derbarê Îsraîlê sucên qirkirinê binirxîne. Biryarên ku di doza ku ji hêla hikûmeta Afrîkaya Başûr ve hatî vekirin de dê qanûnî bin.

Di daxuyaniya ICJê de hat diyarkirin ku hikûmeta Afrîkaya Başûr serî li dadgehê daye û xwestiye ku êrîşên li ser Zivala Xezayê di çarçoveya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Komkujiyê de bên lêkolînkirin. Rêveberên Îsraîlê van suca red dike bes li hember tiştên ku hat jiyîn de nikare parastineke xurt bike.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî saziya dadwerî ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye. Ji bilî 15 dadwerên doza Îsraîl, dê ji her alî ve yek dadger hebin.