Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin

Êrîşên Îsraîlê li yên hemberî Zîvala Xezayê berdewam dikin. Ofîsa ragihandina Xezayê diyar kir ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve zêdeyî 500 nexweş û birîndaran li kolanan terkî qedera wan hatine kirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li hemberî Zîvala Xezayê daye destpêkirin berdewam dikin. Li gorî hikumeta Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de herî kêm 5 hezar û 300 jin di nav de 12 hezar û 300 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li Şeriaya Rojava û Qudusê ku di bin dagirkeriyê de ye 214 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.   

Li bajarên Cenîn û Beytullahîmê serdegirtin

Li bajarên Cenîn û Beytullahîmê yên Şeriaya Rojava ku di bin dagirkeriya leşkerên Îsraîlê de ye şevê din bi ser malan de girtin. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WEFA’yê; di dema serdegirtina li ser kampa koçberan a Dehişe ku li başûrê bajarê Beytullahîm ye, bi guleya leşkerên Îsraîlê ciwanê bi navê Omer el-Lehham ji serê xwe birîndar bûye jiyana xwe ji dest da. Mudurê nexweşxaneya dewleta Cenîne Visan Bekir, diyar kir ku kesek ji Filistînê yê astengdar ê bi navê Îsam el-Fayid di ketina bajarê Cenîn de bi guleya leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest daye.

Bi dozeran ketin Cenînê

Hejmarek zêde ya leşkerên artêşa Îsraîlê, li ser taxên cuda yên bajarê Cenînê de girtin. Sekvanên wan li banên avahiyên bilind bi cih bûne. Li hinek taxên ku ketine leşkerên Îsrailê ve gelek deriyên malan şikandine, bi hoparlorê xwest ku malbata Uveys mala xwe vale bikin. Artêşa Îsrailê ku bi dozeran ketin Cenîn, li taxa Zahra rê di kola, xisarek mezin da bînesaziyên bajar, wesayîdên ku girêdayî Filistînê ne hatine parkkirin hat texrîbkirin. 

Ketin û derketina ambulansan tê astengkirin

Di heman demê de li ber deriyê nexweşxaneya dewletê ya Cenînê û Îbnî Sînayê bi awayek lezgîn leşkerên Îsraîlê bi cih bûn, ketin û derketina ambulansan asteng kirin. Li hinek herêman leşkerên Îsraîlê ambulans da rawestandin, xwestin ên di nav de derbikevin ji derve.

Kampên Nusayrat û Xan Yunusê hatin bombekirin

Balafirên şer ên Îsraîlê bi awayek dijwar êrîşî kampên Nusayrat û Xan Yunus ên li Xezayê kirin. Li kampa Nusayrat, di encama bombebarana mala malbata Zuhud de 13 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di encama bombekirina mala malbata Ebu Aker ku li nêzî nexweşxaneya Awropayê li herêma Xan Yunus jinek û zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Nexweşxaneya Şifa hate valakirin: Nexweş li kolanan e

Ofîsa ragihandinê ya li Xezayê artêşa Îsraîlê, nexweş, birîndar, kesên ku ji cihên xwe bûne û ji bo personelên tendirustiyê qut bibin bi temambûna saetek dema ku dan piştî ku nexweşxaneya Şifa hat valakirin daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha got: “Zêdeyî 500 kesên nexweş û birîndar ku ji birçîbû û bêaviyê û hal bûne, ji aliyê artêşa Îsrailê ve derketina wan a ji nexweşxaneya Şîfayê hat zorkirin û li kolanan terkî qedera wan hat kirin. Ji ber ku gelek rewş cidî ne pêwîstî bi lênêrîna tibî di asta herî jor de heye.”

Ji bo peydakirina sotemeniyê bang hat kirin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nexweş, birîndar, zarokên prematur û personelên tendirustiyê jî di nav de ji jiyan û ewlehiya hemû kesên ku di nexweşxaneya Şîfayê de Îsraîl berpirsyar e. Bal hat kişandin ku saziyên navneteweyî divê nexweşxaneyê ku xwediyê parêzbendiyê û di xala parastina saziyên tendirustiyê de ji îhmalan berpirsyar in. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji bo bicihanîna erka tibî û mirovî banga dabînkirina sotemeniyan ji bo hemû nexweşxaneyan kir.