Êrîşên Îsraîlê li ser Xeza û Lubnanê berdevam dike

Li Lubnanê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî malekê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa Xezeyê de jî rojnamevanekî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeza û Lubnanê berdewam dikin. Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li bajaroka Hula ya Lubnanê ya li herêma sînor e, li dijî malekê êrîşeke hewayî pêk anî.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA; Di êrîşê de bav, dayik û kurê wan ê 25 salî ji heman malbatê di bin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku ekîbên parastina sivîl ên ku çûne herêma bûyerê, ji ber ku sivîlên din di bin xirbeyan da hebin xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Hejmara sivîlên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Lubnanê pêk anîn jiyana xwe ji dest dan derket 48’an.

Rojnamegerekî din li Xezayê jiyana xwe ji dest da

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku pêşkêşvanê televîzyona El-Eqsa û rojnamevan Mihemed Selam ku ji Xezayê weşana xwe dikir li bajarê Deyr el-Belah di encama êrîşa malekî de de jiyana xwe ji dest daye. Li Xezeya ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve êrîşên xwe didomîne hejmara rojnamegerên hatin qetilkirin derket 133’an.