Êrişên Îsraîlê didome: Hejmara miriyan bû 23 hezar û 968

Di êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 23 hezar û 968. Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku wê êrîş bi mehan berdewam bike.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsrail ên li ser Zîvala Xeza ku ji 7’ê Cotmehê destpêkirin, berdewam dike. Berdevkê Wezareta Tenirûstiya Filistinê ya li Xeza Eşref Kudra di daxuyaniya dawî dayî de diyarkir ku; hejmara Filistiniyên ji 7’ê Cotmehê heta niha hatin qetilkirin bû 23 hezar û 968, hejmara birîndaran bû 60 hezar û 582 kesan. Ji sedan 70’ê kesên ku di êrîşên Îsrailê de hatin qetilkirin ji zarokan pêk tên. Hejmara xebatkarên tendirûstiyê giha 337’an, 99 xebatkarên tendirûstiyê ji aliyê leşkerên Îsrailê di bin şert û mercên zehmet de hatine desteserkirin.  

Li gora nûçeya ajansa fermî ya Filistinê WEFA’yê; Rayedarên Îsraîlê Mescid-î Aksa ji di navde derbarê biryara hilweşîna malên 200 malbatên Filistinê ên li herêma Bajrê Kevin dijin de teblîxat şandine. Di teblîxatê de hate diyarkirin ku hinek mal bi temamî û hinek jî beşek jê wê werin hilweşandin. Ji bo malên mijara gotinê werin hilweşandin demên cûda dane. Hate destnîşan kirin ku ji Filistiniyan xwestine malên xwe bi xwe hilweşînin, berevajî wê ji aliyê meqamên Îsrailê ve wê werin hilweşandin û wê cezayê giran ê pare pêkbînin.

Li Şeriaya Rojava 3 jê zarok 5 Filistinî hatin qetilkirin

Êrîşên artêşa Îsrailê li dijî Şeriaya Rojava berdewam dike. Li gora nûçeya di WEFA de cih girtî; hêzên Îsrail  di dema serdegirtina kampa koçberan a Ayn es-Sultan a li bakûrê Eriha gule li Filistiniyan barand. Divê demê de Luey es-Sufî ya 14 salî ku bi gule birindar bûyî, jiyana xwe ji dest da. Di encama gulebaran li newala Er- Rim a li nêzî bajarokê Seir a li El Halil a Bakur Rojahilat Ahmed Musa, Mehammed Cebbari û Celal Îsa Muhammed Cebbar jiyana xwe ji dest dane. Di ketina bakûrê El-Bire dû ciwanên  Filistiniyên bi navê Suleyman Muhammed ê 17 salî û Halid Amir Humeydar ê 16 salî ji aliyê hêzên Îsrailê ve hatin qetilkirin.

Li Şeriaya rojava hêzên Îsrail li gelek bajaran ser malan de girt. Li herêmên Hillet Yasin û el-Merc ên li bakûrê Kalkilya bi hêceta ‘bê ruxsat’ mala ayîdî Salih Mustafa Ebu Salid destpêkê dorpêç kir û piştre hilweşand. Mala Filistiniyê bi navê Bessam Yasin hilweşand. Filistiniyên ku li dijî serdegirtinê derketin û di nava Îsrail de pefçûn derket, hêzên Îsrail Filistiniyek ji lingê wî biridar kir.

Wezareta Karê derve a Filistin: Îsrail di 100 rojan de Xeza vegerand cihê lê neyê jiyankirin

Wezareta Karê derve ya Filistin bi boneya 100 rojên êrîşên Îsrail li ser Xeza daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî gelê li Zîvala Xeza qirkirina ku tê pêkanîn, êş, elem, qehr, zilm 100 roj derbaz bû û wiha hate gotin: “Li ser felaketa herî mezin a mirovî re 100 roj derbaz bûn û hê hinek welat komkojiyên ku Îsrail pêkanîne bi argumana ‘parastina xwe’ bi temamî derbaz kiriye îqna nebûne. Divê ev welat êdî dest ji pozîsyona ku dibin sedemê şer berdin.”

‘Civaka navnetewî ne serkeftina xwe ya bi dawîkirina dagirkeriyê dûbare dike’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî li ser komkojî û hilweşînê re 100 roj derbaz bûne, hê civaka navnetewî fikarên xwe tînin ziman û bang dikin û wiha hate gotin: “Lê belê Îsrail guhê xwe nade vana, berûvajî şerê qirkirinê berdewam dike, guh nade biryarên NY û hiqûqa navnetewî.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku civaka navnetewî, di çareserkirina pirsgirêka Filistin û dagirkeriya Îsrailê de kêmanî û ne serkeftina xwe dûbare dike û îşaret bi wê yekê hate kirin ku Îsrail ji vê neserkeftinê îstifade dibîne û hê zêdetir sûcê şer li dijî mirovatiyê dike.

Li bakûrê Zîvala Xezayê xizmeta lezgîn tê dayîn

Di daxuyaniya nivîska a Xaça Sor a Filistin dayî de hate ragihandin ku li bakûrê Zîvala Xezayê nêzî beriya 2 mehan piştî dorpêçkirina navenda Xezayê ya Ambulansan û nexweşxaneya Qudus ambulansên ku bi neçarî hatin rawestandin û xizmeta servîsa acîl hate destpêkirin. Beriya sê hefteya ambulansên Xaça Sor di êrîşa li ser navenda Ambulanasa ya li Cibaliya  nayên bikaranîn. Xizmetên ambulans û servîsên acîl bi rêya ambulasên lê zêdekirin ên walitiya Xeza a Bakûr hatine bi hêzkirin.

Li gora daneyên Xaça Sor; Îsrail ji 7’ê Cotmehê heta niha di 54 êrîşên ku ekîbên Xaça Sor kirine hedef de, 8 xebatkarên Xaça Sor qetilkirin û 29 xebatkar jî birindar bûn.

DSO: Nexweşî belav dibin

Dîrektorê Gişît ê Rêxistian Tendirûstiya Cîhanê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal derbarê êrîşên Îsrail li ser Xeza de daxuyanî da. Tedros Adhanom Ghebreyesus ji bo êrîşan îfadekir ku ‘îro roja 100’an a tirajediyekê ye.’ Bal kişand ku piştî êrîşên Îsrail li Xeza qeyranek mezin a mirovî tê jiyankirin.

Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku ji ber zêdeyî 300 êrîşên li dijî nexweşxaneyan, astengkirina xwegihandina alîkariyên kiritîk, li Xeza gelek nexweşxane na xebitin û got: “Nexweşî di nava nufusek ku her ku diçe li qadên hê tengtir dimînin û xwenegihîndina ava paqij belav dibe. Mirovên li Xeza di cehenemê de jiyan dikin.” Tedros Adhanom Ghebreyesus banga agirbestê dûbare kir.

Tedros Adhanom Ghebreyesus îşaret bi wê yekê kir ku Netewên Yekbûyî û DSO hertim ji bo pêkanîna alîkariyê ji bo Xeza tê desteserkirin û bang kir ku divê Îsrail dîlan berdin.

Binyamîn Netanyahu: Êrîş wê bi mehan berdewam bike

Li aliyê din li gora nûçeya ku di rojnameya The Times of Îsrail de cih girtî, Serokê Îsrail Binyamîn Netenyahu, di bûtçeya 2014’an a rêveberiya Tel Aviv beriya erêkirina kabîneya ‘guherînên ji ber şerê li Xeza’ hebûna leşkerî ya Îsrailê li Xeza û derbarê bûtçeya şer de nirxandin kir. Binyamîn Netenyahû wiha got: “Bi aşkire li holê ye ku divê em şer rêvebibin. Wê bi mehan berdewam bike. Ji ber vê em bûteçeya şer tînin.”

Binyamîn Netenyahû diyarkir ku di bûtçeya nû ya şer de, li gora rêjeya bûtçeya yekem a 2024’an hatî erêkirin wê hê zêdetir xercên ewlehiyê cih bigre û got: “Guherîna butçeya mijara gotinê di rojekê de divê were derbazkirin. Bila çiqas berdewam bike, bila berdewam bike, ez amademe li vêderê rûnim, ger gengaza be emê vî karî îşev xilas bikin.”