Êrişên Îsrailê didome

Îsrail di heman rojê de êrişî Lubnan, Xeza û paytexta Sûriye Şamê kir. Li Zîvala Xezayê 21 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên xwe yê li Zivala Xezayê û ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve jî êrişên xwe yên li ser Lubnanê berdewam dike. 

Îsrail ku ji bo dagirkirina Lubnanê ji bejayê ve dest bi êrişê kirî, di heman rojê de êrişî Xezayê û paytexta Sûriye Şamê kir. Li gor ajansa nûçeyan ya li Sûriya SANA; Îsrail li gelek bendên leşkerî yên herêma Mezze ya Şamê êrişên hewayî pêkanî. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di êrişan de 3 sivilan jiyana xwe ji dest dane, 9 sivîl birîndar bûne, xisara madî çêbû. Hate ragihandin ku pêşkêşvan Safa Ahmed ku di televizyona dewleta Sûriye de dixebite di êrişan de jiyana xwe ji dest daye.

21 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa Îsrail li ser cihên cûda yên Zîvala Xezayê 21 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li gor çavkaniyên tendirûstî yê ajansa Nûçeyan ya Filistîn WAFA, di êrişa li dijî malbata Ebu Ataya û Ebu Şumeys  li kampa koçberan ya Nusayrat di nav de zarok 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Miduryeta parastina Sivil ya Xeza di daxuyaniya nivîskî ya dayî de diyarkir ku balefirên şer ên îsrail dibîstana Eş-Şucaiyye ya ku koçerberên taxa Et-Tuffah xwe spartinê kir hedef. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Îsrail konek yê koçberan ku xwe spartinê li bajarê Refahê kir hedef û di êrişê de kesekê jiyana xwe ji dest da.