'Êrîşên Îsraîlê derewên mafên mirovan eşkere kirin'

Hiqûqnas Salwa El-Hamrûnî bal kişand ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê derewên mafên mirovan ên li dijî welatên bêparastin eşkere dikin û got ku divê UCM li dijî "şerê wêrankirinê" yê Îsraîlê li ser esasê wekheviyê tevbigere.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunis – Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de, zêdeyî 14 hezar kesan ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar kes jî birîndar bûn. Der barê agirbesta demkî ya 4 rojî ya ku tê payîn îro bikeve meriyetê li Xezayê nezelalî didomin. Pispora hiqûqa navneteweyî ya giştî profesor Salwa El-Hamrûnî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê nirxand.

'Bi van êrîşan diyar bû ku gotinên di warê mafên mirovan de hemû derew in'

Salwa El-Hemrûnî bal kişand ku tiştên li Xezayê qewimîn xemsariya mirovahiyê eşkere kiriye û destnîşan kir ku şer derewên mafên mirovan ên li hemberî welatên bêparastin derxistiye holê. Salwa El-Hemrûnî diyar kir ku li Xazayê ji ber êrîşên Îsraîlî sivîl rastî qirkirinê hatine û got ku li gorî peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Selwa El-Hemrûnî wiha got:

“Rêzgirtina ji hiqûqa mirovahî ya navneteweyî re rêzgirtina ji prensîbên sade û zelal ên mecbûriyetê re hewce dike. Ya yekem ji van cudahiya ku divê di navbera sivîl û ne sivîlan de bê kirin. Eger li cihekî êrîşeke leşkerî bê kirin divê bêyî ku zirarê bide sivîlan, li hemberî vê êrîş bê kirin. Di dema şer de ne tenê sivîl, nexweşxane, dibistan û saziyên jiyanî jî divê bên parastin. Weke ku di Peymana Cenevreyê de jî hatiye diyarkirin, di rewşa şer de ji bo zarok, jin, kal û pîr û dayikên hemşîre gelek pêwîstî hene.

'Ya ku diqewime şerê wêrankirinê ye'

Salwa El-Hemrûnî diyar kir ku Îsraîl di êrîşên xwe yên li ser Xezayê de peymanên navneteweyî binpê dike û wiha got: “Ev hemû prensîb di vî şerî de tu bandorê nakin, mîna ku berovajî vê yekê diqewime. Îsraîl sivîlan wek hedefên leşkerî yên rasterast dibîne û îdia dike ku bi qezayê sivîl kuştine. Lê belê her tiştê belgekirî nîşan dide ku ew bi mebest bû. Em fêm dikin ku ev nêzîkatî şerê îmhayê ye. Tiştê ku qewimî nikare wekî operasyonek leşkerî were xwendin, belku şerê wêrankirinê ye ku armanc jê tunekirina pêkhateyek e.”

'Bêdengiya 70 salan berdewam dike'

Selwa El-Hemrûnî bi bîr xist ku bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî êrîşên li dijî Filistînê zêdeyî 70 sal in berdewam dike û wiha got: "Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê bi navê “Tofana Eqsayê” 7’ê Cotmeha 2023’an dest pê nekir. Ji damezrandina Îsraîl û vir ve êrîş qet nesekinîn. Welatên ku li hemberî hovîtiyên tên kirin bêdeng dimînin, Îsraîlê teşwîq dikin, çek û piştgiriya manewî didin wî. Jiyana zarokekî Filistînî bi qasî jiyana zarokekî Îsraîlî girîng e.”

'Divê UCM li ser esasê wekheviyê tevbigere'

Selwa El-Hemrûnî diyar kir ku di qadên pevçûnan de yên herî zêde zirarê dibînin jin in û destnîşan kir ku berovajî zagonên heyî yên der barê parastina jinan de jin weke amûra şer tên bikaranîn. Selwa El-Hemrûnî axaftina xwe wiha domand:

“Li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî divê jin ji şerê çekdarî dûr bên girtin. Divê biryarên heyî bên bicihanîn. Li gorî statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, li ser mijarên wekî kolekirina jinan an qaçaxkariya mirovan qanûn hene. Em behsa parastin û biryaran dikin lê tevî rewşa şer îro hiqûqa navneteweyî ya mirovî nayê sepandin. Tevî sûcên şer ên ku her roj li Xezayê, Sûriye, Yemen, Lîbya û Sûdanê diqewimin jî hewcedarî bi cih nayên. Komek parêzerên ji netewe û welatên cuda li dijî hovîtiya Îsraîlê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dan. Divê UCM li ser bingeha wekheviyê tevbigere, ne li ser bingehên dualî.”