Êrîşên Îranê li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin
Şeva borî di heman wextê de, rejîma Îranê êrîşek li ser kampa Surdeş a li ser sînorê Silêmaniyê, kampa Azadî li Koya û herêma Xelîfan a di nav sînorên Parêzgeha Hewlêrê de da destpêkirin, di encamê de yek ji endamên Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Di dema Şerê Îran-Îsraîl-Amerîkayê de, êrîşên rejîma Îranê û komên girêdayî wê li ser başûrê Kurdistanê berdewam kirin, di encamê de gelek qurbanî û ziyanên madî çêbûn. Heta niha jî, tevî agirbestê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin.
Duh bi êvarê rejîma Îranê di êrîşeke hevrêzkirî de kampa Surdeşê ya nêzîkî Silêmaniyê, kampa Azadî ya li Koya û herêma Xelîfan a di nav Parêzgeha Hewlêrê de hedef girt.
Di êrîşa li ser kampa Surdeşê de 3 kes birîndar bûn û yek ji birîndaran paşê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Navê pêşmergeya jiyana xwe ji dest daye Xezal Mulaneh 20 salî bû û salek berê tevlî refên Pêşmergeyên Komelayê (Komela Kedkarên Kurdistanê) bûbû.
Derbarê êrîş û şehîdbûna endamê xwe de, Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komelayê Kedkarên Kurdistanê ragihand ku ev êrîşa terorîstî delîlek din a xwezaya nemirovane û dijî-azadiyê ya Komara Îslamî ya Îranê ye, rejîmek ku ji bo parastina desthilatdariya xwe di kuştin û tepeserkirina şervanên azadiyê de ti sînoran nas nake.