Êrişa li ser Sterk TV û Medya Haber TV li Silêmanî hat şermezarkirin

Li bajarê Silêmaniyê bi tevlibûna rojnamevanan, Navenda Metro û Federasyona Ronus êrişên li dijî navenda qenalên Sterk TV û Medya Haber TV hat şarmezarkirin.

Silêmanî- Nerazîbûnên dijî êrişên li ser çapemeniya azad her ku diçe zêde dibin. Îro jî li navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna rojnamevan, Navenda Metro û Federasyona Ronus bi daxuyaniya çapemeniyê êrişa li dijî navenda qenalên Sterk TV û Medya Haber TV hat şarmezarkirin. Daxuyanî ji aliyê rojnamevan Araz Îbrahîm ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Sterk TV û Medya Haber TV deng û rengê hemû azadîxwazan e. Li Belçîkayê bêyî ku were agahdarkirin polîsan avêt ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê, hemû kelûpelên di nava ofîsan de hatin şikandin û talankirin.

Ev êriş dermirovî ye, beriya her tiştî binpêkirina zagonên Belçîkayê bi xwe ye ku propagandaya demokrasî, mafên mirovan û rojnamevanan dike. Ev yek nîşaneya wêneyê rast ê Ewropa û sîstema beramberî doza Kurd û dengê azadîxwazan e.

‘Êriş ji bo qutkirina dengê azadîxwazan e’

Balkêş e heman şevê li Enqere û Stenbolê jî polîsan avêt ser malên rojnamevanan û ew binçav kirin. Li aliyek din li Fransayê jî polîsan avêt ser mala endamê Komeleya Kurd a Demokratîk û 6 Kurd binçav kirin.

Ev êriş hemû di dema serdana Erdogan a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de pêk hatin, hê Erdogan li Iraqê bû balafirên şer çiyayên azad bombebaran kirin û êrişî Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev êriş hemû plankirî ne, ji bo qutkirina dengê azadîxwazên Kurd û doza wan e.”